Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە
Banga kesayetên swêdî:

"Erdogan, serokên kurdan berde!"

Hat weşandin fredag 9 december 2016 kl 16.15
Kesayetên swêdî banga berdana serokên kurd dikin
(1:04 min)
Jan Guillou och Lisa Nilsson
Nivîskar Jan Guillou û hunermend Lisa Nilsson du ji nivîskarên gotarê ne. Wêne: Øijord, Thomas Winje

Çendîn kesayetên kulturî yên Swêdê îro bi sernivîsa ”Erdogan, serokê kurdan ên hilbijartî serbest berde” gotarek belav kirin.

Gotara ku di êvarnameya Expressenê de hatiye weşandin behsa pêşveçûna xerab a li Tirkiyê, girtina hevserok û parlamenterên HDP dike û dibêje gereke Yekîtiya Ewrûpa êdî bes çavên xwe ji zordariyên mafê mirovan ên li Tirkiyê re miç bike. Daxwaz tê kirin ku Yekîtiya Ewrûpa bi ”zimanekî zelaltir” bi Tirkiyê re biaxive. 

Û di dawiyê de wiha tê nivîsandin ”Gereke Erdogan derhal serokên kurd berde. Em dizanin ku ew dikare vêya bike. Wî biryara zindankirina hemû kurdên çareseriyeke aştiyane dixwazin daye”. 

Kesên îmzeya xwe avêtine bin daxuyaniyê ev in:
Nivîskar Jan Guillou, Jonas Gardell û Kurdo Baksî, resam Channa Bankier, şanoger Lisa Nilsson, Tomas Bolme û Sven Wollter.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".