Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
YNK Swêd:

“Nûçeyên ku kesê hatî kuştin YNKyî ye nerast in!"

Hat weşandin måndag 12 december 2016 kl 15.35
Polîs hêj tu gumanbar negirtine.
(1:35 min)
Hus i Västerås och PUKs flagga
Nûçe hatibûne belav kirin ku kesê hatî kuştin çalakvanekî kurd ê siyasî ye. Wêne: Sveriges Radio, privat.

Dawiya heftiyê li Västerås kesek 40 salî hate kuştin. Di torên civakî de nûçe belavbûn ku ew çalakvanekî kurd ê siyasî ye. Lê ev îdia têne red kirin.

Di torên civakî de nûçe belavbûn ku ew çalakvanekî kurd ê siyasî ye. Heta li hin ciyan hate îdiakirin ku ew berdevkê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNKê yê Swêdê ye. 

Saleh Qeytolî berpirsê komîteya YNK li Swêdê radigihîne ku ev nûçe nerast in û tu wezîfeyeke kesê hatî kuştin di nav organên YNK li Swêdê nînin. 

Roja şemiyê zû, bi berbangê ve kesê 40 salî li maleke taxa Skallberget li Västerås hatibû kuştin. Polîs radigihîne ku wan îfadeya çendîn şahidan standine lê heta niha tu gumanbar nehatine girtin.

Anders Hedström ku berpirsê çapemeniyê ê polîsê Västmanland e dibêje gava zilamê 40 salî hatiye kuştin çend kesên din jî di heman xanî de bûne, lê şika wan naçe ser kesî ji wan ku ew gunehkar bin. 

Ji aliyê din ve polîs dawiya heftiyê nivîsgeheke seyar li Västerås danîbû da ku alîkariyê bide kesên biendîşe. Lê Anders Hedström dibêje li gor nirxandina wan sebeba ku niştecihên herêmê ji xwe bitirs in nine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".