Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Xebatheziya jinên kurd bala swêdiyan kişandiye”

Hat weşandin tisdag 13 december 2016 kl 09.00
”Jinên kurd di çavkaniyên swêdî de”
(7:30 min)

Dotmîr û hunermend, jina aristokrat, jina parsek û jina şoreşvan. Gelo kî bûn ew jinên kurd yên bala çavkaniyên swêdî kişandine? Lêkoler Rohat Alakom bersiva van pirsiyaran di kitêba xwe ya nû de dide.

Lêkoler Rohat Alakom di gelekê salan de derbarê têkiliyên swêdî û û kurdan de lêkolînan dike û beriya çendekê kitêba wî ya herî dawî de ”Jinên kurd di çavkaniyên swêdî de” dakete bazarê. Û di semînereke taybetî li kitêbxaneya kurdî de naveroka kitêba xwe pêşkêş kir.

 Di vê kitêbê de giranî daniye ser jinên kurd yên cî di çavkaniyên cuda yên swêdî de giritine, wekî di rojnameyan, nameyên cuda yên kesayetiyên navdar û gotar û kovarên cuda de. 

Lêkoler Rohat Alakom jinên kurd di çavkaniyên swêdî de ta serdema me ya nûjen şopandiye. Lê gelo di dema me ya nûjen jinên kurd bi çi awayî di çavkaniyên swêdî hatine ziman? Nimûneyek hemû jinên bi pirsa namûs û şerfê ve hatine girêdan in.

Seroka Yekîtiya jinên Kurdistanê li Swêdê, Seyran Duran, derbarê vê lêkolînê dibêje ev hêzeke ji bo me û wekî bingehekî giring e ji bo xebata wan ya berdewam.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".