Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە
Siyaseta derve

Wallström: Divê bersiva Tirkî "maqûlane be"

Hat weşandin måndag 12 december 2016 kl 16.53
Wallström girtina endamên HDP weke "tedbîr" rexne dike.
(1:14 min)
Turkisk polis släpar person - Margot Wallström
Wallström: Li ser navê têkoşîna li hember terorîzmê tedbîr li hember muxalefetê têne girtin. Wêne: Pontus Lundahl/TT

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström radigihîne ku Tirkî bi bahaneya terorê zextan li çapemeniya azad û muxalefetê dike.

Roja şemiyê li Stenbolê du teqînan rûdan û di wan de piraniya wan polîs zêdetir ji 40 kesî hatine kuştin. Piştî van êrîşan polîsê Tirkiyê li bajarên cuda avête ser çendîn navendên Partiya Demokratîk a Gelan, HDP û bi sedan endamên partiyê girtin. Derheqê girtinan de Wallström dibêje gereke Tirkî bêhtir ”maqûlane” tev bigere. 

– Li ser navê têkoşîna li hember terorîzmê em gelek tedbîrên li hember çapemeniya azad û muxalefetê dibînin.

Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrûpa bû, berya civînê li ser pêşveçûnên Tirkiyê û girtina endamên HDP bi berdewamî wiha got:

– Gelek ji me li bendê bûn ku Tirkî bihêz bersiva van êrîşan bide. Lê niha divê ev di çarçoveya rêzgirtina qanûnên navneteweyî de were kirin. Divê ew bi denge û maqûlane were kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".