Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesên bi fînansekirina terorê guman jêkirîne wê baca bêhtir bidin

Hat weşandin tisdag 13 december 2016 kl 09.56
"Em bi lêkolînan ve berdewam in"
(2:03 min)
.
Wêne: CHRISTINE OLSSON / TT

Wê 120 kes li Swêdê baca bêhtir bidin ji ber tevlîbûna wa di berhevkirina pereyan de ji bo rêxistinên terorîstî wekî Dewleta Istamî, Daiş.

Pia Bergman, kordînekara neteweyî ye li dijî tawankariya aborî ya giran li Daîreya bacê ya giştî, ew zelel dike wan çawa ev kes peydakirine.

-Ji hemû 400 tips û agahiyên giheştine destê me ji aliyê polîsê îstixbaratê Swêdê ve, Säpo, me nuha 120 doz lêkolîn kirine. Ev tê wê wateyê ku ev kes wê baca bi zêdî 10 milyon kron bidin. Em bi hûrî li rewşa van kesan dinerin û wan kontrol dikin. Piraniya caran wiha ye ku ev kes baca dirust nedane.

Beriya salekê Säpo ji Daîreya bacê ya giştî derbarê grûpeke kesan pirsî bê eger wan baca dirust daye. Li gor rojnameya Sydsvenska Dagbladet derbarê 400 kesî ye û 120 ji wan nuha mecbûr in baca bêhtir bidin.

Li gor Pia Bergman ev kesan li Stockholmê, Göteborg, Malmö, Gävle û li Örebro ne.

Li gor agahiyên Daîreyê pere ji aliyên cuda ketine kontoyên van kesan de, ji kesên prîvat û şirketên cuda. Di nav wan de jî kesên xwedî ast û payên bilind, kesên navdar hene lê her weha kesên ku li ser alîkariya aborî ya dewletî jî dijîn jî.

Beşek ji van kesan jî bi gumana fînansekirina terorê ne û baca çend ji hatiniyan nedane.

Daîreya bacê ya giştî wê berdewam be bi karê kontorlkirin û lêkolîna wan kesên bi tevlîbûna kar û xebata terorê gumanjêkirî ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".