Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çima Lucia têne pîroz kirin?

Hat weşandin tisdag 13 december 2016 kl 13.18
Lucia ya îtalî pîrozkirineke giring e li Swêdê
(4:23 min)
Pîroz kirina Lucia li Swêdê.
Wêne: Fredrik Sandberg / TT

Îro 13 çileya pêşîn, meha duanzdan (Desember) Lucia (Lusiya) li hemû deverên Swêdê têne pîroz kirin. Lê çima Lucia têne pîroz kirin û çiye?

Lucia, ya bi latînî tê bi maneya ew ya ronahiyê belav dike, ewlîyeya ango kesa pîroz ya parastinê ye ji Syrkusa yê, bo bînahîyê, koreyan, û hatiye naskirin bi ewlîyaya ronahîyê ji girava Sîsîliyayê ya îtalî.

Çîorka Lucia bi gelek şêweyan hatiye gotin, lê tên bawer kirin ku ew dora sala 283 li Syrkusa yê ji dayik bûye û li wê derê jî weke şehîdeke olî di tahdeya dijî xiristiyaniyan de dora sala 304 de mir. Weke keçînek, bi fermana qeyser Diocletianos.

Lucia tên hejmartin weke yek ji hêjatirîn şehîdên olî û tên bi bîranîn bi pîroz kirinê her 13 yê çileya pêşîn, meha duanzdan.

Li gor efsane, tên gotin ku Lucia beriya ku bimire, herdu çavên xwe derxist ji cih û şand bo destgirtiyê xwe yê evîndarê çavên wê bibû. Û xwedê careke din çavên nû dane wê.

Ew bi xwe di malbateke dewlend de mezin bû, bavê wê zû mir û dayika wê wê xwedî kir.  

Dema Lucia mezin bû dayika wê soz da mêrekî ku Lucia bidêde, lê Lucia ji xwedê xwest ku alîkariya wê bike û nîşaniyê bi vê mêrî re dereng bixwe.

Dem derbas bû û dayika wê nexweş ket bi nexweşiya hemofîlî û kes nikarîbû wê rehet bike ji wê nexweşiyê. Lucia dayika xwe qani kir ku herin bajarê Catania, bo seredana gora ewliyaya bi navê Agata, bo dua kirinê da ku dayika wê ji vê nexweşiyê rehet bibe.

Tên gotin li gor efsaneyê ku dema geheştin gorê, ewliya Agata xwe nîşan da pêş wan û ji Lucia re got, Tu çima ji min tiştekî dixwazî ku tu bixwe kare pêşkêşî dayika xwe bikî? Baweriya te ya olî wê derman kir.

Dema dayika wê ji nexweşiyê rehet bû, soz da ku wê nede wî mêrî, yê bi vê biriyarê gelekî êşiya û dawa li Lucia rakir ba qeyser, yê tahdeya dijî xiristiyaniyan dikir.

Pistî êşkenceyeke giran û hewildana kuştina wê bi gelek awayên nemirovayî, hate diyar kirin ku ev keça ne keçeke normale û nayên mirin. Ta dawî keşeyek hat û rêzgirtina dawîn a ji bo kesekî li ber sekratê lê kir bo bi aramî berê xwe bide mirinê.

Em vegerin dema me ya nûjen û pîroz kirina ewliyeya ronahiyê Lucia, ew li Swêdê tên pîroz kirin di civakê. Keçeke rola Lucia dilîze bi kirasekî sipî û mûmên ser serê wê, ji ber dibe weke sîmbola ronahiyê di demeke tarîk de, li gor salnameya Culianî ya li swêdê dihatin bikar anîn ta sala 1753 de. Roja 13 heyvê şeva herî tarîk bû di salê de.

Û tên gotin jî ku Lucia mûm datinî ser serê xwe bo ku pêşiya xwe bibîne, dema xwarin ji zindaniyan re dibir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".