Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Bi bihayê diyariyekê sinifekî li Rojava germ bike!"

Hat weşandin tisdag 13 december 2016 kl 18.40
Bi 400 kronî 30 zarok germ dibin
(8:04 min)
Seyran Duran, Simko Azad Abbasi
Ji nûnerên weqfa alîkariyê Help Kudistan Simko Azad Abbasi û Seyran Duran. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio.

Piştî serdana Kurdistanê wan li Swêdê dest bi du kampanyayan kirin: Germkirina dibistanên li Rojava û xwedîderketina zarokên sêwî yên ku li başûrê Kurdistanê di kampên penaberan de ne.

Musikhjälpen kampanyayeke hevbeş a Radyo û Televîzyona Swêdê ye. Ji 2008ê ve salê heftiyekê ew tê li dar xistin û alîkariya jê tê diçe ji muhtacan. Ev kampanya elaqeyeke mezin dibîne û wek nimûne di kampanya par de zêdetir ji 30 mîlyon kronî hatibû berhev kirin. 

Musikhjälpen her sal di meha kanûnê de tê li dar xistin. Ya îsal jî duh dest pê kir. Hedef ew e ku alîkariya îsal biçe ji destekdana dibistanên zarokên di şer de. 

Di heman dema ku Musikhjälpen tê li darxistin de rêxistineke kurdî ya bi navê Help Kurdistan jî bi mebesta germkirina dibistanên li Rojava dest bi kampanyayekê kiriye. 

Ji nûnerên Help Kurdistan Azad Simko Abbasi dibêje piştî serdana wan ya Kurdistanê wan ev biryar standine. 

Simko Abbasi dibêje li Rojavayê Kurdistanê ew heta bi Serê Kaniyê çûne û bi vegerê re wan dest bi kampanyaya berhevkirina alîkariyê ji bo kirîna sobeyan kirine. Û li gor wî di gihandina alîkariyê de wê tu pirsgirêk dernekevin.

Kampanya sobeyan alîkariyeke yekcarî ye, ango mirov bi yek carê meblexekê dide. Abbasi dibêje li gor hesabê wan bi sobeyek ku qîmetê wê 400 kron e li Rojava sinifek wê germ bibe. Ew vêya bi kirîna diyariyeke serê salê re dide ber hev û dibêje bila diyariya me jî bibe germkirina sinifekî.

Weqfa berhevkirina alîkariyê - Help Kurdistan ev nêzîkê du salan e ku heye û bi taybetî li kampên penaberan ên li başûrê Kurdistanê xebatên wê hene.

Taybetmendiyeke Help Kurdistan ji gelek rêxistinên din ên kurd li Swêdê ew e ku ew xwedanê hesabê ”90” e ku bi swêdî jê re tê gotin 90-konto. Hesabên wiha li Swêdê hersal ji aliyê meqamên resmî ve di bin kontroleke birêkûpêk ve derbas dibin. 

Îcar ji desteya rêvebiriya Help Kurdistan Simko û hevalek xwe di vê serdana xwe de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne. Lê sê kes jî li başûrê Kurdistanê li kampên penaberan geriyane. 

Seyran Duran, ku di nav heyeta başûr de cî girtiye dibêje li başûr jî wan dest bi bernameyeke ku bi swêdî jê re dibêjin ”Faddersprogram” ango xwedîderketina li zarokên sêwî kirine. 

Kampanya sobeyan alîkariyeke yekcarî ye, lê xwedîderketina li zarokên sêwî dibe bernameyek demdirêj a mehane. Kesek yan malbatek xwe dide ber ku ji vira her meh alîkariyê ji zarokekî Kurdistanê re bişîne.

Seyran Duran dide zanîn ku wan ji niha de hejmarek zarokên ku di kampên penaberan de dimînin qeyd kirine. 

Belê, hedefa Duran ew e ku heta zivistana bê wan 200 zarokên sêwî ji bo wergirtina alîkariyê qeyd kiribin.

Heçî kampanyaya germkirina zarokên xwendegehan e ew tenê di van mehên zivistanê de li dar e û Simko Abbasi hêvîdar e tîna alîkariya wan bide çend hezar sinif. 

Yê di dawiyê de axivî Simko Azad Abbasi bû û ya berya wî Seyran Duran bû. Herdu jî di birêvebiriya weqfa Help Kurdistan de ne ku dest bi du kampayayan kirine; Germkirina dibistanên li Rojava û xwedîderketina zarokên sêwî yên li başûrê Kurdistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".