Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew ji Swêdê dersînor kirin û bi qaîdeyên nû agahdar nekirin

Hat weşandin onsdag 14 december 2016 kl 10.01
”Em bi giştî agahiyan belav nakin”
(3:08 min)
Wan ji Swêdê dersînor kirin û wan bi qaîdeyên nû agahdar nekirin
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Duşemê êvarî 11 afganî ji Swêdê hatin dersînor kirin, pênc rojan piştî ku Dezgeha koçê, Migrationverket, praktîka xwe ya hiqûqî ya ji bo Afganistanê guhert.

Lê ew penaberên hatin dersînor kirin nehatin agahdar kirin ku ew karin ji nû ve li Swêdê serî li mafê penaberiyê bikin.

Dezgeha Koçê, Migrationsverket, beriya heftiyekê biriyar da ku qaydeyên xwe ji bo penaberên afganî biguhere. Li gor dezgehê rewşa li Afganistanê wiqasî xirab e û ji ber wê jî nuha şertên ji bo mafê penaberiyê li Swêdê sist kirine.

Ev tê wê wateyê ku ew afganiyên biryara redê û dersînorkirinê wergirtine karin ji nû ve serî li mafê penaberiyê bidin.

Lê roja duşemê 11 afganî hatin dersînor kirin bêyî ku bi qaydeyên nû agahdar bibin.

Tommy Harnesk, şef li girtîxaneya (Förvar) Dezgeha koçê li Märsta yê dibêje em bi xwe agahiyan belav nakin, divê haya yên panaber bi xwe ji rewşê hebe.

-Dema rewş û mercên nû dibin em bi giştî dernakevin û hemû kesên serî li mafê penaberiyê dane û ew yên biriyarê redê wergirtine agahdar nakin. Ferq tune eger mirov di girtîxaneyê de be yan di kampên Dezgeha koçê de be. Divê ew bi xwe haya wan ji agahiyên nû hebin.

Heşt ji wan kesên hatin dersînor kirin hewil dan ku proseyê rawestînin bi serîlêdana rawestandina dersînorkirinê, lê piştî du saetan bersiva neqebûlkirinê wergirtin. Lê kesek ji wan bi rewşa nû û sistkirina mercên ji bo penaberên afganî ji dezgehê wernegirtin.

Tora #vistårinteut, ya li dijî dersînorkirinên penaberan û şidandina qaîdeyên ji bo penaberan ava bûye rewşa afganiyan şopandiye.

Vian Delsoz, berdevka vê torê rexneyan li Dezgeha koçê dike û dibêje kesek di girtîxaneyê de kesek di rewşeke pir hesas de ye:

-Beriya her tiştî ew nizanin çi agahdarî ji wan re giring e, ew nizanin mafê wam çine. Ew ji hertiştî dûr in û îsolekirî ne, di rewşeke nefsî ya hesas de ne. Wan wekîlek nîne û ne jî toreke civakî, tenê kesên din yên di girtîxaneyê de û nefsa xwe û bêçareyiya tê de dijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".