Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cezayê Barbaros Leylani diyar bû

Hat weşandin onsdag 14 december 2016 kl 12.40
Ermenî biryara dadgehê îtiraz dikin
(2:11 min)
Barbaros Leylani och Arshak Gavafian
Barbaros Leylani û serokê Federasyona Ermeniyên Swêdê Arshak Gavafian Wêne: Skämrdump från Youtube och Besir Kavak

Cîgirê serokê berê yê Fedarasyona Tirkî li Swêdê Barbaros Leylanî ku ji ber gumana sûcê tehrîkê doz lê hatibû vekirin ceza xwar, lê nûnerên ermenî ji biryarê nerazî ne.

Berya du heftiyan Dadgeha Destpêkê ya Stockholmê (Stockholms Tingsrätt) jêpirsîna Leylani girtibû û îro dadgehê hukimê xwe da. Leylani biryara bişert xwar, 40 rojî, rojê 320 kron ceza lê hate birîn.

Parêzerê Leylani Ismo Salmi ji biryarê nisbeten memnûn e:

– Ceza weke asta normal hatiye dîtin û lewra nisbeten nerme. Ji vî alî ve ez memnûn im, lê ez nerazî me ku bi temamî serbest nehatiye berdan

Piraniya wan ermenî zêdetir ji 50 sazî û kesan giliyiê Barbaros Leylani kiribûn. Yek ji saziyên ku gilî kiribû Federasyona Ermeniyan a Swêdê bû. Serokê federasyonê Arshak Gavafian diyar dike ku biryar ne bi dilê wan e.

– Sûcê ku hatiye kirin tehrîq û kîna li hemberî miletekî ye. Ew hemû bendên ku sûc giran were dîtin û cezayê zindanê yê navbera 6 meh heta bi çar salan bixwe tîne cî. Nirxandina dozger ji destpêkê ve şaş bû, lewra em ê vê biryarê îtiraz bikin û em nûnerên ermenî li Swêdê di vê meselê de yekdeng in.

Îsal di meha nîsanê de ji bo piştgiriya azeriyan li Stockholmê xwepêşandanek hatibû li dar xistin. Barbaros Leylani ku yek ji axavtvanên xwepêşandanê bû û hingî cîgirê serokê Federasyona Tirkî li Swêdê bû axavtinek hemberî ermeniyan kiribû. Doza ku biryara wê îro hatiye dayin ji ber wê axavtinê ye.

Çend rojan piştî daxuyaniyê Barbaros Leylani mecbûr mabû ku ji Federasyona Tirkî îstifa bike. Bi dehan komeleyên endamên federasyonê jî îstifaya xwe dabûn. Swêdê alîkariya nîv mîlyon pere ya ji bo federasyonê paş de xwestibû û di encama gotûbêjên derbarê komên tirk ên nijadperest li Swêdê Wezîrê Avahî û Pêşxistina bajaran jî îstifa kiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".