Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêrên Swêdê: Wergirtina penaberan insanîtir bikin

Hat weşandin onsdag 14 december 2016 kl 13.58
"Divê hikûmet destvekirîtir be."
(1:15 min)
Metrana Dêra swêdî Antje Jackelén
Metrana Dêra swêdî Antje Jackelén Wêne: Helena Ulander/Sveriges Radio.

Dêrên swêdê ji bo hikûmet di wergirtina penaberan de destvekirîtir be dest bi kampanyayekê dike. Ew dibêjin divê hikûmet li hember penaberan siyaseteke însanî bide meşandin.

Seroka Dêra swêdî metran Antje Jackelén qala vê kampayaya bi navê Julupprop ango Banga Noelê dike.

Jackelén dibêje em daxwaza sê tiştan dikin. Divê mafê jiyaneke ewle ji bo ciwan û zarokan were bi cih anîn da ku baweriya wan bi pêşerojê hebe. Divê penaber karibin bigihine hev û weke malbatan bi hev re bijîn û ji bo malbat karibin bigihine hev divê qaîde û karên burokratîk werine sivik kirin.  

Li gor dêrê ti empatî û ruhê insanî di siyaseta penaberan de û di nîqaşên ku li ser penaberan têne meşandin de nayê dîtin. Antje Jackelén dibêje bi jidandina qaîdeyên penaberiyê re ev rewş xerab bûye û divê ev qaîde werine sivik kirin.

Mirov dikare li ser malpera vê kampanyayê îmzeya xwe deyne û bi vê rêyê piştgiriya kampanyayê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".