Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven

”Em ê vê dozexê bi dawî bînin”

Hat weşandin torsdag 15 december 2016 kl 10.14
YE Sûrî û Rûsiya tawanbar dike
(2:00 min)
Statsministern Stefan Löfven
Serokwezîr Stefan Löfven Wêne: GEORGE OURFALIAN

Şerê Sûriyê û wêrankirina Helebê ji mijarên herî giring in dema serokên welatên endam yên Yekîtiya Ewrûpayê civîna xwe ya bilind li Brukselê li dar xistin.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di vê civînê de got ku ”em ê vê dozexê bi dawî bînin”.

Xalên fermî yên civîna îro li Brukselê krîza penaberan e, peywendiyên bi Turkiyê re, Rûsiya û Ukrayna, hevkariya aliyên berigiriyê û rewşa ber bi veqetandina Brîtaniyayê ji YE.

Lê mijara minaqeşeyê ya herî germ di dema firavînê de Sûriyê ye, herçend ku hîna nezelal e bê serokên YE wê bi dirustî çi bikin ji bo rewşê.

Stefan Löfven derbarê rewşa Sûriyê û Helebê bi taybetî acizî û xemgîniya xwe anî ziman û got ”şermeke mezin e ku ji komelgeha cîhanî nehatiye karekî yan çareseriyekê bikin.

Li gor Löfven divê YE karekî bike da ku xelkên sîvîl ji herêmên şerî yên berxeter li Helebê bên derxistin û rêcîma sûrî û alîgirên wê ”ji ber kiriyarên xwe bêne bêne hesab kirin”. Löfven dibêje divê yên berpirsiyar li dadgeha tawanên şerî ya li Haag bêne mehkeme kirin. Lê bersiva Löfven nebû konkret û berçav bê YE kare çi bike.

Nerîna YE di şerê li Sûriyê de ew e ku divê çareseriyeke siyasî vî şerî çarser bike. Û li gor nerîna Löfven di halê hazir de çareseriyeke leşkerî pêwîst e.

Di pêşnimaya ji bo belgeya dawî ya civîna bilind ya YE de hatiye nivîsîn ku YE êrîşkirina rêcîma sûrî û hevkarên wê li ser bajarê Helebê şermezar dikin. YE Sûriyê û Rûsiya bi êrişkirina bi qesd li ser xelkê sîvîl û nexweşxaneyan tawanbar dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".