Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dezgeha nû ya wekheviyê li Göteborg tê damezirandin

Hat weşandin torsdag 15 december 2016 kl 12.31
”Em ji ber pêşeroja xebata xwe nearam in"
(2:30 min)
Dezgeha pirsên wekheviyê.
Wêne: Anders Wiklund/TT

Dezgeha nû ya dewletî ya ji bo pirsên wekheviyê, Jämställdhetsmyndighet, wê li Göteborg bêne damezirandin. Wê dora 75 kesî li vê dezgehê kar bikin.

Di payizê de hikûmet eşkere kir ku wê dezgeheke nû ji bo pirsên wekheviyê bêne damezirandin. Ji ber li gor nerîna hikûmetê siyaseta wekheviyê di halê hazir de belawela ye. Wê wezîfeya vê dezgehê karê kordînekirina kar û tedbîrên cuda be di vî warî de û herweha şopandina siyaeta van pirsan jî.

Wezîra wekheviyê, Åsa Régner di civîna çapemenî ya ji bo pêşkêşkirina vê dezgehê di payizê de got ku ev dezgeh pêwîst e:

-Li gor nerîna min giring e ku beşekî siyasî yê wiqasî mezin zelaltir bibe û birêvebiriyeke profesiyonel hebe. Åsa Régner got ku wê demê jî mirov zane bê hesabê berpirsiyariyê bi kê re têne kirin.

Ev wê ne dezgeheke zêde mezin be, wê dora 75 kes tê de kar bikin. Wê dezgeh di destpêka sala nû de dest bi karê xwe bike.

Pirsa derbarê damezirandina dezgeheke pirsên wekheviyê pirseke siyasî ya nakok e. Partiya Çep û Partiya Jîngehê alîgirên dameziranina vê dezgehê ne. Partiya Moderatan wekî prînsîp alîgir in lê rexnegirên awayê karkirinê ne ya ku hikûmet daniye.

Partiya Demokratên Swêdê û herwha partiyên din yên burjiwa dijber in.

Juno Blom, berpirsa dewletî ji bo xebatên li dijî şideta namûsê ya di gelekê salan de di vî warî de kar kiriye nuha nearam e ji ber pêşeroja xebata wan.

-Me xebateke birêkûpêk di vî warî de ava kiriye û me hikûmet bi nearamiya xwe agahdar kiriye. Juno Blom ji hikûmetê daxwaz dike ku di pêştir de xwedî li ked û karê wan derkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".