Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Kurdologê amerîkî

"Kurdên Swêdê hêviyê li ser kurdî didine min"

Hat weşandin torsdag 15 december 2016 kl 16.15
"Zimanê ku zarok pê nepeyivin bê pêşeroj e."
(4:35 min)
Newzad Hirorî û Michael Chyet

Salê du caran zimannas ên kurd û yên biyanî ku li ser kurdî dixebitin di konferansekê de digihine hev da ku kêşeyên termînolojiya kurmancî nîqaş bikin û bi vê rêyê alîkariya standardkirina kurmancî bikin.

Yek ji konferansên îsal vê heftiyê li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê tê li dar xistin.

Newzad Hirorî zimannas û birêveberê Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê ye ku malovaniya vê konferansê dike.

Yek ji beşdarvanê konferansê zimannas û kurdolog Michael Chyetê amerîkî ye. Chyet bi salan li ser zimanê kurdî xebitiye. Ew kurmancî û soranî weke kurdan diaxive û zanyariyên wî yên baş li zazakî û hewramî jî hene. Ew dibêje elaqeya wî ya li ser govendên kurdî kiriye ku ew hînî kurdî bûye. 

Michael Chyet dibêje ew bi serdana Swêdê gelekî kêfxweş bûye û ji ber ku kurdên Swêdê bi kurdî diaxivin hêviya wî ya ji bo pêşeroja kurdî bihêztir bûye.

Têbînî: Gotina ku Michael Chyet di hevpeyvînê de dibêje ”Özrü kabahatinden büyük” bi tirkî tê maneya ”hinceta wî/wê ji sûcê wî/wê xerabtir e.”.

 Ji bo hevpeyvînê li lînka deng guhdarî bikin.


 Robîn Şahîn

robin.sahin@sverigesradio.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".