Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexne li telefona piştgîrî ya li dijî ekstremîsma şidetxwaz e dibe

Hat weşandin fredag 16 december 2016 kl 10.21
"Mona Sahlin karê xwe baş nekir”
(2:48 min)
Hillevi Engström û Wezîra çand û pirsên demokrasiyê, Alice Bah Kuhnke.
Hillevi Engström û Wezîra çand û pirsên demokrasiyê, Alice Bah Kuhnke. Wêne: Maja Suslin/TT

Telefona piştgîrî ya li dijî ekstremîsma şidetxwaz xebata xwe baş bi rêve nabe. Li gor raporeke dewletî kêmtirî nîvê hejmara telefonên ji wan re tên, têne bersiv dan.

Ev xeta telefonê ku beriya salekê dest pê kir nuha rastî rexneyên tund dibe. Wiha diyar e ku bersiva hejmareke kêm ya telefonên ji wan re hatine dane û ev yeka yekcar neqebûlbar e, li gor Per Olsson Fridh, misteşarê wezareta çandî.

-Bi giştî bêhtir kes yên hest bi nearamiyê û tirsê dikin bi pêwîstiya bersivdanê ne û peywendiya bi vê xeta telefonê re ne. Ev bêgûman e.

Raporeke nû ku li ser daxwaza hikûmetê hatiye amade kirin diyar dike ku kêmasiyên mezin di xebatê vê telefona taybetî de hene. Ji wan 701 telefonên ji wan re tên, kêmtir nîvê hejmara wan têne bersiv dan. Ji wan 60 telefon ji malbatên kesên di xetera ku radîkalîse bibin bûn.

Li gor vê raporê jî kêm kes zanin ku ev xeta taybetî heye. Herweha rotînên giring ji bo ragihandina agahdariyên derbarê tawanan bo polîs tune ne. Ew kesên ku bersivê jî didin ne gelekî zana ne di warê ekstremîsma şidetxwaz de

Mona Sahlin dest ji wezîfeya xwe ya kordînekara dewletî ji bo van pirsan di buharê de berda û piştî wê Hillevi Engström ciyê wê girt. Tenê piştî çar heftiyan her wê jî dest ji wezîfeyê berda. Kêmasiyên birêvebiriyê kare sebebên sereke bin ji wê re ku ev telefon karê xwe baş nekiriye, li Hillevi Engström ya rexneyan li birêvebiriya Sahlin dike:

-Kêmasî di birêvebiriyê de hebûn û ev e sebebê ku ev xebat baş bi rê ve ne çûye û ji bilî vê tengasiya demê sebebekî din e.

Wezîra çand û pirsên demokrasiyê, Alice Bah Kuhnke jî rexnegira awayê karkirina Mona Sahlin e:

-Eger kordînekara berê li gor dîrektîvên hikûmetê kar kiriba, ya bi xwe erk bû li ser wê, wê demê wê encamên vê xebatê bêguman baştir bana.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".