Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Uddén ji Sûriyê hate dersînor kir

Hat weşandin fredag 16 december 2016 kl 13.47
"Bi ragihandina nerast hatime tawanbar kirin"
(2:08 min)
Peyamnêra Radyoya Swêdê di rojhilata navîn de, Cecilia Uddén.
Radyoya Swêdê.

Peyamnêra Radyoya Swêdê di rojhilata navîn de, Cecilia Uddén, bi mecbûrî ji Sûriyê hatiye dersînor kirin.

-Ez bi ragihandina nerast hatime tawanbar kirin. Cecilia Uddén dibêje ji min re zelal ne kirine bê derbarê çi ye. Wan gotiye ku min gotin û peyamên blogvanên ji rojhilata Helebê vegotiye û neqilandiye. Lê di halê hazir hemû çapemeniyên cîhanê vê yekê dikin ji ber kes nikare derbasî herêmê bibe.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven derbarê vê bûyer dibêje diyare rêcîma sûrî naxwaze agahî ji welatî derkeve.

-Divê rojnamevan karibin karê xwe bi serbestî bikin. Û ev bûyer tenê wê nîşan dide ku ew naxwazin ti agahî ji herêmê bêne ragihandin.

Löfven dibêje ku di halê hazir de wezareta karûbarên derve ya swêdî bi Uddén re di peywendiyê de ye derbarê vê bûyerê. Lê ji vê zedetir agahiyan nade.

Berpirsiyara giştî ya Radyoya Swêdê, Cilla Benkö di daxuyaniyekê de got ku em vê biriyarê û muameleya bi peyamnêra me re û protesto dikin.

Benkö tekîd ku Radyoya Swêdê wê her bi ragihandinên derbarê şerê li Sûriyê berdewam be û wê Radyoya Swêdê her serî li izna ji bo ragihandina rojnamevanan ji Sûriyê bide. Ew azadiya ragihandinê giring dibîne ji bo ku hebûna welatên demokrasî di cîhanê de.

Di halê hazir de Cecilia Uddén li Libnanê ye. Uddén di van rojên dawî de hem ji Şamê û hem ji Helebê ragihandiye û raporên cuda amade kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".