Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jinên moderat dixwazin izna bavan zêde bikin

Hat weşandin måndag 19 december 2016 kl 10.06
”Çareseriyek ji bo kêşeyeke civakî”
(2:15 min)
Pappaledighet
Wêne: JESSICA GOW / TT

Rêxistina jinan a Partiya Moderatan li dijî biryara partiyê tevdigere û dixwaze izna dêûbavan ya ku li ser bavan tê veqetandin zêde bike. Ligor wan ev ê entegrasyona jinên li derveyî Swêdê çêbûne bi pêş ve bibe.

Di halê hazir de 2 mehên izna dêûbavan ji bo bavan e û dê nikarin van herdu mehan bi kar bînin. Lê dema hikûmetê pêşniyaza meheke zêde kir ûxwest vê bike 3 meh Moderatan di dengdanê de gotin na. Li gor wan ji bo wekheviyê ev mecbûrîkirin ne rêya rast e.

Vêga rêxistina jinên Moderatan li dijî biryara partiyê tên û dibêjin zêdekirina mehekê ya ji bo bavan dê entegrasyona jinên li derveyî Swêdê çêbûne baştir bike.

Endama parlamenê Ann Charlotte Hammar Johnsson xebatên li ser vêmijarê bi rê ve dibe. Ew dibêje ji bo çareseriyên kêşeyên cuda yên civakê em li bin hemû kevirên heyî dinêrin. Ev pêşniyaz jî ji bo baştirkirina entegrasyona jinan e.

Li gor jinên moderat bi bicihanîna pêşniyazê beşdarbûna jinan a di bazara kar de dê baştir bibe. Herwiha gelek caran ji ber iznên dirêj meaşê jinan ji yê mêran kêmtir dibe û ev jî dê ber bi başbûnê ve here.

Pêşniyaz ji aliyê partiyê ve tê rexne kirin. Endama parlamenê Isabella Hökmarka moderat dibêje ez gelekî şaşmayî me û vê pêşniyazê fêm nakim.Divê dêûbav bi xwe biryarê bidin ka ew ê çi qas iznê bi karbînin.

Hökmark dibêje ku di partiyê de jin ne alîgirê azadiya hilbijartinê bin kî dê wisa be? Ev bingehê moderatbûnê ye. Divê malbat û kes bi xwe biryarê bidin ka ew ê çawa bijîn û jiyana xwe ya rojane çawa leva bikin.

Li aliyê din wezîra sîgortayên sosyal a ji Partiya Sosyaldemokratan Annika Strandhäll jî pêşniyaza jinên moderat xweş dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".