Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

’Misilmanên Ciwan’ bê alîkarî dimînin

Hat weşandin måndag 19 december 2016 kl 11.57
Par nêzîkê du mîlyon alîkarî wergirtibû
(1:12 min)
Rashid Musa, Sveriges Unga Muslimer. Foto: Dejan Cokorilo /Sveriges Radio.
Rashid Musa serokê rêxistina Misilmanên Ciwan ên Swêdê ye. Wêne: Dejan Cokorilo /Sveriges Radio.

Îsal dewlet wê alîkariyê nede rêxistina bi navê Misilmanên Ciwan ên Swêdê (Sveriges Unga Muslimer). Sedem li gor meqamê resmî MUCF ew e ku têkiliya rêxistinê bi tevgera ’Birayên Misilman’ re heye û xebatên ne di ”çarçoveya demokrasiyê” de dike.

Meqamê resmî yê ku li pirsên ciwan û civaka sivîl dinêre (MUCF) biryar daye ku îsal alîkariyê nede Misilmanên Ciwan. Li gor êvarnameya Aftonbladetê meqamê resmî xebatên rêxistinê di çarçoveya wekhevî û baweriya bi demokrasiyê nabîne û lewra dê alîkariyê nede.

Rêxistina Misilmanên Ciwan ên Swêdê di pelê xwe yê Facebookê de rexneyan li biryarê digre û dide zanîn ku ew ê biryarê îtiraz bikin.

Hêjayî gotinê ye ku par rêxistinê bi giştî nêzîkê du mîlyon kron pere weke alîkarî standibû.

Rêxistineke din ku serlêdana wê ya alîkariyê hatiye redkirin rêxistina ciwanê partiya Çep, Ung Vänster e. Meqamê resmî radigihîne ku Ung Vänster hesabê xwe yê ekonomiyê birêkûpêkî nekiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".