Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Êrîşên Berlîn û Ankarayê.

Nirxandinên swêdî li ser êrîşên Ankara û Berlînê  

Hat weşandin tisdag 20 december 2016 kl 10.06
Wallström: Baş e Pûtîn û Erdogan têkiliyên xwe xerab nakin.
(3:47 min)
Tvådelad bild: Gärningsperson står med pistol i handen, Rysslands ambassadör talar på fotoutställningen
Sefîrê Rûsya yê li Tirkiyê di pêşangehekê de hate kuştin. Wêne: TT/Sveriges Radio, bildmontage

Doh pêşî nûçeya kuştina sefîrê rûs li Tirkiyeyê peyre jî êrîşa ser bazara Noelê ya li Berlînê hat ku ji aliyê siyasetmedar û dîplomatên Swêdî ve hatine şermezar kirin.

Wezîra karên derve ya Swêdî Margot Wallström vê sibehê di hevpeyvîneke bi Radyoya Swêdê re li ser êrîşa  li Berlînê disekine û dibêje terorîst dixwazin civaka me bitirsînin û aramiya me xerab bikin. Divê em ji ber van êrîşan hay ji xwe hebin û weke ku em tim dikin tedbîrên xwe bigirin. Lê em ê ji ber van jiyan û civaka xwe neguherin û bi sînor nekin.

Em tim amade ne û ji salek û nîvê ve ye ku stratejiyeke me ya baş a terorê heye. Em li ser hemû bûyerên tehdîdane dixebitin û me hay jê heye da ku di rewşeke wiha de em baş amade bin.

Hêja agahiyên li ser êrîşa li Berlînê bi temamî zelal nebûne. Tê zanîn ku kamyoneke mezin a bar bi awayekî gelekî bilez ajotiye nav bazareke Noelê. 12 kes mirine û gelek kes jî birîndar in. Polîs kesê ku kamyon diajot girtiye.

Margot Wallström dibêje bi qasî ku tê dîtin şopên êrîşeke terorîst bi zelalî li vir hene.

Polîsê îstixbaratê, SÄPO jî di daxuyaniyekê de diyar dike ku ew ê piştî bûyera Berlînê dereceya tehdîdên terorîstî yên li ser welêt bilind nekin. Nina Odermalm Schei li SÄPO berpirsa çapemeniyê ye.

Ew dibêje di halê hazir de ji ber êrîşa li Berlînê derece nayê bilind kirin. Ji xwe dereceya tehdîdê berî niha hatiye bilind kirin, lê vêga bi vê êrîşê re ti guhertin di vê de nabe.

Doh bi saeta Swêdê li dora saet 17an sefîrê rûsî yê li Ankarayê Andrey Karlov di serdana pêşangeheheke wêneyî ya li ser Rûsyayê de ji aliyê polîsekî tirk ve hate kuştin. Polîs bi gotinên xwe nîşan da ku ew vê weke tolhildana Helebê dike û bi sîlehê ji pişt ve êrîşî sefîr kir. Sefîr li nexweşxaneyê mir û êrîşker jî ji aliyê polîsê tirk ve hate kuştin.

Sefîrê Swêdê yê li Tirkî jî ji bo vê pêşangehê hatibû vexwendin, lê ji ber planên xwe yên din fikra xwe guhertibû.

Tirs hebû ku piştî vê êrîşê têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de dê dîsa xerab bibin. Lê serokên herdu welatan banga aramiyê kirin û ev weke provokasyonekê bi nav kirin. Bi taybetî çapemeniya tirkî tevgera Gulen di vê bûyerê de gunehbar dikin û hin rojnamevanên ku reviyane Swêdê sucdar dibînin.  

Margot Walström herwiha qala  kuştina sefîrê rûsî dike û dibêje ji ber ku serokê rûsî Vlademir Putin û Recep Tayip Erdogan diyar kirine ku ev ê têk iliyên wan ên aştiyane xerab neke ew dilrehet bûye.

Wallström dibêje diyar e sempatiya herdu serokan ji hev re heye û têkiliyên baş bi hev re dixwazin. Em jî ve baş dibînin û baş e ku ew hewl didin xwe sakîn bihêlin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".