Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Rêya bilez” di warê endustriya darî de têne danîn

Hat weşandin tisdag 20 december 2016 kl 11.03
”Rêya bilez” di warên nû de
(2:28 min)
Träindustri
Wêne: Bertil Enevåg Ericson / TT

Hikûmet dixwaze ku kesên nûhatine û îqame wergirtine bilez derbasî bazara karî bibin û dest bi karekî bikin li gor perwerde û şiyana wan. Ji ber vê yekê "Rêya bilez" di warên karî yên cuda de têne danîn, ya herî dawî di endustriya darî de.

Kêmhebûna hêza karî di çend warên karî de hene, ango pêwîstiya bi karkeran. Wekî çareyekê hikûmet "Rêya bilez", ya bi swêdî jê re dibêjin ”snabbspår” saz kiriye ji bo ku ji van kesên nûhatî re peydakirina ciyekî di bazara karî de hêsantir bibe.

Ji ber vê yekê jî ew nuha yarmetiya aborî ji bo xwedîkirinê werdigirin. Bi rêya ku Daîreya karî, Arbetsförmedlingen, û warên cuda di bazara karî de bi hev re ev "Rêya bilez" ya taybetî saz kiriye ji bo ku yên ev kesana bi leztir dest bi karekî munasibê xwe bikin.

Wezîra bazara karî û pirsên bi cî bûna di bazara karî de, Ylva Johansson, di nameyeke çapemenî de dibêje ”Ez gelekî kêfxweş im ku em nuha derbasî hevkariyeke organîsekirî bi warên karî re dibin. Zanîn û jîrbûna nirxandina bazara karî her li ba aliyên cuda di vê bazarê de ne û ew zanin bê çi pêwîst e ji bo karekî.

Ev sîstema ”Rêya bilez" yarmetiyê dide bi wî awayî ku xwediyên karî derfet û imkanê werdigirin ku jîrbûn û kompetensa durust peyda bikin, di heman dema ku kesên nûhatî jî kar di mecalên xwe de werdigirin."

”Rêya bilez” ji bo kesên nûhatî di warê endustrî û sînaeta darî de her derbarê hemû grûpên karî ne di şirketên dar û mobîliyatan de, û di karên girêdayî sendîkaya daristan, dar û warên grafîkê jî, di nav wan de mihneta necariyê, fermangerê makîneyan û gelek karên din jî hene.

Ev ”Rêya bilez” tê wê maneyê ku tedbîrên cuda yên Daîreya karî karin pêkve bêne kirin, wekî nimûne ku praktîk li gel fêrbûna zimanê swêdî yê li gor wî kar û herweha perwerdeya tekmîlî, bi hev re bêne kirin. Û bi vî awayî planek li gor her take kesî têne danîn di modela “Rêya bilez” de.

Beriya nuha modela ”Rêya bilez” di warên di de jî hatiye danîn wekî warê mamostetiyê, doktor û pizîşkiyê û hendeseyê jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".