Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Anna Carlstedt koordînatora nû ya li dijî ekresmîzma şidethez e

Hat weşandin tisdag 20 december 2016 kl 12.36
"Koordînekirina xebatên berlêgir gelekî girîng e."
(1:35 min)
Anna Carlstedt.
Anna Carlstedt. Wêne: Eva Ericsson/Sveriges Radio

Anna Carlstedt dibe koordînatora nû ya li dijî ekstremîzma şidethez. Hikûmet vê îro bi civîneke çapemeniyê li avahiya serokwezîriyê Rosenbadê eşkere kir.

Anna Carlstedt dibêje em di demeke tarî de dijîn. Tehdîd, nefret, ekremîzma şidethez, dijberî biyaniyan, lê di heman demê de ez ji tecrûbeyên xwe dizanim ku heveseka mezin ji bo parastina demokrasiyê jî heye û loma koordînekirina vî karî gelekî girîng e.

Hikûmeta hevbend a wê demê sala 2014an ji bo tayînkirina koordînatoriyeke li dijî ekstremîzma şidethez biryar dabû. Hingî ji bo wezîfeyê Mona Sahlina sosyaldemokrat hate tayîn kirin, lê bihara buhurî ji ber gumanên ku wê belgeyeke sexte ji nobedarê xwe re nivîsîbû wê dev ji karê xwe berda.

Meha 8an Hillevi Engstöm li şûna wê hate tayin kirin, lê wê jî bi dest xwe re dev ji kar berda. Vêga ji bo vê wezîfeyê seroka berê ya Xaça Sor Anna Carlstedt tê tayîn kirin.

Ev wezîfe heta destpêka 2018an berdewam dike û tê pêşniyaz kirin da ku peyre xebatên li ser vê mijarê bikevine bin Daîreya amadehî û parastina civakê (Myndigheten för samhällsskydd och beredskap, MSB).

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".