Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumana sextekariya vîzeyê li ser karkerê UD heye

Hat weşandin onsdag 21 december 2016 kl 10.00
UD: Haya me jê nebû.
(2:33 min)
Lewheya UD
Wêne: Bertil Ericson / TT

Karkerê wezareta karên derve, utrikesdepartementet, ku li sefareteke swêdî li Asyayê kar dikir ji bo nêzîkî 70 kesî vîzeyên sexte derxistine. Di lêkolîna Daîreya Koçê ya li ser wî de bûyer weke qaçaxiya mirovan a profesyonel tê bi nav kirin.

Daîreya Koçê wezareta karên derve berî salekê ji vê agahdar kiriye, lê wezaretê ti tedbîr negirtine. Hemû kesên ku vîzeyên sexte standine hevwelatiyên Afganistanê ne û di heman demê de li Swêdê daxwaza penaberiyê kirine.

Zilêm vîzeyên ku hevkarên wî bi awayekî rast red kirine bi biryarên erênî guhetine. Wî herwiha belgeyên sexte jî qebûl kirine. Li gor lêkolîna Daîreya Koçê sextebûna van belgeyan ewqasî diyar e ku divê bi dest xwe re bihatana red kirin.

Li gor agahiyên ku beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê Ekotê bi dest xistina haya wezareta karên derve ji bûyerê hebû, lê wan ne lêkolînek daye dest pê kirin ne jî ev karker dane rawestandin.

Lê dema ji Sofia Karlberg ya berpirsa wezareta karên derve ya çapemeniyê tê pirsîn ew dibêje wan ti agahî li ser sextekariya vîzeyê wernegirtine.

Ew dibêje agahiyên ku me sala 2014an wergirtin ne li ser vîzeyê bûn ew li ser pirsên jîngeha kar bûn. Agahiyên li ser sextekariyê vê biharê gihîştine me.

Lê li gor Ekotê agahiyên ku Sofia Karlberg weke pirsên jîngeha kar bi nav dike di eslê xwe de li ser sextekariya vîzeyê bûn.

Ev zilam di eslê xwe de karkerê Daîreya Koçê bû, lê wî izn standibû û li sefareta swêdî ya li welatekî Asyayê kar dikir.

Daîreya Koçê di rapora xwe de dibêje divê ev zilam ji kar were avêtin û doz lê were vekirin. Lê Encûmena berpirsiyariya karkeran dixwaze li benda lêkolîneke kûrtir bisekine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".