Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cezayê zêdetir ji sûcên giran re tê xwestin

Hat weşandin onsdag 21 december 2016 kl 13.04
Tedbîrên nû li ser sûcên organîze.
(1:07 min)
Anders Ygeman û Morgan Johansson
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Hikûmet dixwaze cezayê hin sûcên giran ên weke şidet û sûcê sîlehan zêde bike û di heman demê de efûya sîlehan pêşniyaz dike. Ev îro bi civînekê li Rosenbadê tê eşkere kirin.

Ev îro di civîneke çapemeniyê de ji aliyê wezîrê edaletê Morgan Johansson û yê karên navxweyî Anders Ygeman ve bi pêşniyaza tedbîrên li dijî sûcên organîze re hate eşkere kirin.

Morgan Johansson di civînê de dibêje ji bo polîs û dozger karibin ji heqî çeteyan derkevin divê xwediyê alet û destûrên ji wan re lazim bin. Ew dibêje em nikarin bihêlin çete hakîmî banliyoyan  bibin.Ew diyar dike ku loma cezayê herî kêm ji bo hin sûcan divê were bilind kirin.

Li gor pêşniyazê cezayê herî kêm ji bo lêdan û şelandina pir giran dê ji 4 salan rabe 5 salan. Û ji bo lêdan û şantajkirinê jî dê ji salekê rabe salek û nîvê. Ji bo tehdîd û zordariyê jî cezayê herî kêm ji 6 mehan radibe 9 mehan.

Li gor pêşniyazê qanûna nû dê yekê meha 7an sala pêşiya me dest pê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".