Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew dixwaze milet qezencê ji kîsên naylon bibînin

Hat weşandin onsdag 21 december 2016 kl 14.30
"Swêdî ji vê sîstêmê re amade ne"
(6:25 min)
.
Wêne: Roger Lundsten / TT

Yekem sîstema rehndanîna kîs û torbeyên naylon hatiye damezirandin. Damezirêner Suwar Mert yê kurd bi vê hizra bêhempa dixwaze kîsê naylon her wekî sûşe û qutiyan bêne vegerandin û xelk perê xwe werbigirin.

Bi vî awayî jî bikaranîna zêde ya naylonê kêmtir dibe. Ji havîna vê salê ve zîncîra firoşgehan ya Teknikmagasinet fikra Suwar Mert, rehndanîna kîsên naylon bi cî anîne. Ji bo encamên wê em nerîn wan li ser vê fikrê em çûne seredana dikanê.

-Rein Lindqvist, şefê dikanê dibêje  wan bi kêfxweşî xwestin vê sîstemê bicerîbînin û ew hez dikin herdem li pêş bin ji aliyê karî ve û xema jîngehê dixwin.

Salan e swêdî 1,3 milyar kîsên naylon bi kar tînin. Li gor Yekîtiya Ewrûpayê bikaranîna zêde ya naylonê zerê li jîngehê dike û ji ber vê yekê armanca YE ta 2025 bikaranîna naylonê bi nêvî bibe. Û Suwar Mert bi vê sîstemê li ser xeta YE bimeşe.

Gelo sîstema rehndanîna torbe û kîsên naylon ya bi swêdî jê re dibêjin ”Pant” li dikanê bi dirustî çawa ye?

Damezirêner Suwar Mert zelel dike û dibêje ku yên mişterî li dikanê kîsekî dikirin û piştre karin kîsê naylon vegerînin û pereyên xwe werbigirin.

Li dikanê bi xwe bala xwe danê ku beşekî mezin ji milet bi erênî li vê fikirê dinerin û gelek bêhtir ji texmîna wan vê sîstêmê bi kar tînin.  

-Rein Lindkvist dibêje ji bilî ku gelek bi vê fikrê û sîstemê kêfxweşin, me herweha bala xwe dayê ku me gelek kes ji aliyê bikaranîna naylonê ve hişiyar kirine.

Suwar Mert vê sîstemê ji bo Swêdê di vê serdema me de minasib dibîne lê ew dixwaze ku fikre li gelek welatên din, di nav wan de li Kurdistanê jî bêne bi kar anîn û di temamê cîhanê de bêne belav kirin.

Rein Lindqvist bi nête her bi vê sîstemê ve berdewam be û ew bi hêvî ye ev fikra belav bibe û dikanên din jî bi kar bînin. Bi taybetî dema ku rawestgehên taybetî ji bo vegerandina van kîs û tobeyan li deverên rahndanînê ango “pant“kirinê bêne danîn. Li gor wî wê kar hem bo dikanan û hem ji bo xelkê jî hêsantir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".