Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Balyozxaneya swêdî li Beyrûtê sûriyan nahewîne

Hat weşandin torsdag 22 december 2016 kl 08.55
"Mecbûr im zarokên xwe bi qaçaxî bînim"
(6:58 min)
.
Wêne: GEORGE OURFALIAN

Wezareta karûbarê derve ya swêdî çend biyar wergirtinê yên yekbûn û gihandina malbatê ba hev ji bo hemwelatiyên sûrî bi zehmet dike.

Yek ji biriyaran ew ku sûrî nikarin herin hevpeyvîn û muqabeleya ji bo gihandina malbatê ba hev li balyozxaneya swêdî li Libnanê ya nuha tênê avakirin.

Ev biriyar birînên Sana ya ji Hesekê, ji nu ve vekir. Ew bi hêvî bû ku her sê zarokên wê bi rêya balyozxaneya li Beyrûtê giheştibana wê li Swêdê. Wê doh jimareyên xwe yên şexsî (personnummer)standin û nuha wê dest bi muameleyên anîna zarokên xwe bo Swêdê bike.

Ev saleke Sana li Swêdê çê bûye û beriya mehekê îqameya demkî ya li ser salekê standiye. Ew dixwaze di zûtirîn dem de zarokên xwe bîne ba xwe. Lê bi van biryarên nû ji wan re gelekî zehmet dibe ku xwe bigihînin Swêdê:

Gelek welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de sûriyan li balyozxaneyên xwe yên li Libnanê dihewînin. Da bêne ji bo hevpeyivîna rewşên gihandina malbatê ba hev, lê wezareta karûbarê derve ya Swêdê biriyar daye ku hemwelatiyên sûrî karin berê xwe bidin pênc balyozxaneyên swêdî.

Ew jî balyozxaneya li Turkiyê, Urdunê, Saudiyê, Misrê û ya li îmaratê ye lê wergirtina vîzayê ji bo van welatan ji bo hemwelatiyên sûrî zehmet e.

Çendîn welata destûra sefera bê vîza ji bo sûriyan didin, wekî Sûdan, Îran, Malaysiya û Nîcêriya. Balyozxaneya swêdî li van walatan hene lê ew nikarin serî li wan balyozxaneyan bidin.

Ev qayde û biryarên nû yên wezareta karûbera derve karîgeriyek li hejmara hatina ehl û malbatan kiriye. Li gor hejmarên Dezgeha koçê, Migrationsverket, hejmara wan daketiye û eger biryar bêne guhertin û rewş ji bo sûriyan hêsantir bibe wê hejmar ehl û malbatên têne Swêdê jî bêhtir bibe.

Annika Söder, şêwirdara Wezareta karûbarê derve dibêje ku nuha ji nû ve li qayde û biryarên xwe binerin û egera ku hemwelatiyên sûrî karibin berê xwe bidin wan balyozxaneyên ku karin xwe bigihînin wan.

-Ew herweha dibêje ku piştî salekê wê li karê balyozxaneya li Beyrûtê binerin ü encamên xabata wê binirxînin.

Derbarê pirsa bê wê çima piştî salekê li rewşê binerin dema ku şerê li Sûriyê nuha li dar e û hemwelatî bi pêwîstiya balyozcaneyê ne, Söder wiha dibêje:

-vekirina balyozxaneyekê karekî mezin e û gelekî buha ye. Karê me li konsulusxaneyê baş diçe û wekî min beriya nuha jî got, em giraniyê datînin ser karê pirsa sûriyan û bê wê li ku derê karibin serî li mafê gihandina ba malbatên xwe bikin.

Madeleine Seidlitz ji rêxistina mafê mirovan Amnesty rexnegira biryarên wezareta karûbarê derve ya swêdî ye û dibêje ku hikûmeta swêdê mafê gihandina malbatê ba hev mustehîl kiriye:

-Di praktîkê de, ango bi awayekî emelî hikûmet ev mafa ji bo sûriyan nemumkin kiriye. Û kesên ku di rewşên şerî di hindirê Sûriyê de ne mecbûr kiriye ku berê xwe bidin rêyên zêde xeter. Seidlitz dibêje eşkere ye ku ev siyaseteke bi qesd e ji ber her kes zane rewşa Sûriyê îro çawa ye.

Her sê zarokên Sana nuha li Hesekê ne bi pîrka xwe re, ew hema hema bê kes in û di rewşeke aborî û nefsî ya zêde xirab de dijîn. Hesekê ji bajarên kurdan yên gelekî zerera şerî lê bûye û hîna jî dibe û zarokên Sana encamên vî şerî ji nêzîk ve dîtine û diya wan dûr ji wan.

Herçend rewş nuha asê ye ji bo Sana û zarokên wê yên nuha li Hesekê ne lê ew her xewnên wan geş dike û hêviyê di dilê wan de diçîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".