Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Biskopsgården li Göteborgê

Dadgeha êrîşa restoranê bi dawî bû

Hat weşandin torsdag 22 december 2016 kl 11.08
Dozger: Em ji biryarê memnûn in.
(2:02 min)
Êrîşkeran bi maskeyan û êlekên polîsan avêtine ser restoranê.
Êrîşkeran bi maskeyan û êlekên polîsan avêtine ser restoranê. Wêne: Polisen

Dadgeha temyîzê cezayê êrîşa ser restorana li Biskopsgårdena Göteborgê tesdîq dike. Du kes cezayê miebed û 5 jî di navbera 12 û 14 salan de ceza dixwin.

Par meha adarê du zilaman bi sîlehên otomatîk avêtine ser restoraneke li Biskopsgårdena li Göteborgê û du kes kuştin û 8 kes jî birîndar kirin.

Dadgeha destpêkê 8 zilamên ciwan ji ber ku bi hev re êrîş plan kirine û pêk anîne bi cezayên giran ên girtîgehê mehkûm kirin. Ev kes çete ne û êrîşa ser restoranê jî yek ji holhildana di navbera çeteyên cuda de bû.

Dadgeha destpêkê herwiha kuştineke din û sûcên narkotîkayê jî bi ser cezayê van her heşt kesan ve kiriye. 5 ji van ji ber kuştinê, 3 jî ji ber alîkariyê, lê roja sêşemê ji ber kêmbûna delîlan yek ji van hatibû berdan.

Van kesan sûc red dikirin û biryara dadgeha destpêkê biribûne temyîzê. Îro dadgeha temyîzê, hovrätten, ya li Göteborgê radigihîne ku biryara dadgeha destpêkê di cih de ye û vê tesdîq dike.

Bi vê re 2 kes cezayê miebed ê girtîgehê distînin û 5 kes jî ji ber alîkariyê cezayên di navbera 12 û 14 salan de distînin. Kesê ku roja sêşemê hatibû berdan jî azad dimîne.

Bûyer û lêkolîna li ser vê weke yek ji yên herî mezin ên herêmê tê dîtin. Herwiha ev doz di şerê li dijî çeteyan de weke sembolekê tê hesibandin. Dozger Niklas Högdén dibêje di vê dozê de em bi temamî ne emîn bû ka dadgeha temyîzê dê çi biryar bidaya. Lê vêga em ji biryarê memnûn  in.

Dadgeha temyîzê nirxandina me qebûl kiriye û li gor tiştên me pêşkêş kirine biryar daye. Cezayê van kesan hatiye tesdîq kirin û em kêfxweş ji ber vê.

Ceza dikare li dadgeha bilind a temyîzê were îtiraz kirin, lê ev nayê wê maneyê ku dadgeha bilind a temyîzê dê careke din li ser dozê bisekine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".