Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Rojnamevanê penaber

Abdullah Bozkurt li Swêdê jî tê tehdît kirin

Hat weşandin fredag 23 december 2016 kl 07.49
Bozkurt: Ji ber ku nivîsên min wan pir aciz dikin ewqas êrîşî min dikin.
(4:47 min)
Abdullah Bozkurt
Rayedarên Tirkî wî mîna hedef nîşan didin. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio.

Bi kuştina sefîrê Rûsya yê li Tirkiyê ji aliyê polîsekî ve rejima Tirkiyê yekser tevgera Gulen weke sûcdar destnîşan kir. Di gotûbêjan de herwiha rojnamevanê tirk Abdullah Bozkurt ku reviyaye Swêdê jî weke hedef tê nîşandan.

– Di nava rojekê de gefên kuştinê ku ji min re hatine nayêne hejmar. Bi asatengkirina wan re jî ez negiham û niha min dev ji wan berdaye. Kî çi dibêje bila bêje.

Abdullah Bozkurt bi salan peyamnêrê rojnameya Zaman ê Amerîka bû. Paşê ew dibe berpirsê rojnameya bi ingilîzî Today Zaman li buroya Ankara. Ev herdu rojname jî bi nêzîkahiya xwe ya rêxistina Fethullah Gulen dihatine nas kirin. 

Îsal biharê dewletê dest danî ser Today Zaman û Bozkurt ji kar hate avêtin. Piştî ku piraniya hevkar û hevalên wî jî hatine girtin ew ji Tirkî derket û ji dawiya tîrmehê ve li Swêdê ye. Digel malbata xwe wî li vir serî li mafê penaberiyê xistiye. 

Bozkurt li Swêdê jî çalak e. Ji rojnameyên cuda re meqaleyan dinivîse û nexasim di torên civakî de dengê wî bilind e, her roj nêrîn û peyamên xwe diweşîne. 

Û nivîseke Bozkurt a ku sê rojan berya kuştina sefîrê Rusya li Ankara Andrej Karlov hatiye weşandin ji aliyê kesên ku pir nêzîkî Erdogan têne nas kirin mîna delîla ku tiliya rêxistina Gulen û Bozkurt di kuştinê de hebe tê nîşandan.

Nivîsa Bozkurt a behsa mijarê bi sernivîsa "Tirkî ji sefîran re ne welatekî ewle ye" hatiye weşandin. 

Kesên nêzîkê hikûmetê îdia dikin ku bi vê nivîsê Abdullah Bozkurt îşaret daye ”hucreyên razayî” da ku bikevin nav tevgerê. Lê Bozkurd dibêje ji bo wan kesên ku atmosfera siyasî ya Tirkî dişopînin derxistina encameke ku li hember sefîr û dîplomatên derve xeter hene ne şîroveyeke ecêb e.

– Li Tirkiyê dijminahiya li hember biyaniyan zêde bûye û ev ji aliyê serokên islamî yên li desthilatdariyê tê teşwîq kirin. Di rewşeke wiha de her tişt dikare biqewime.

Haya serokê Peyamnerên Bêsînor Jonathan Lundqvist baş ji meseleya Tirkiyê heye. Ew gunehbarkirina rojnamevanan bê delîl weke problemeke cidî dinirxîne û dibêje:

– Ji hewldana darbeyê ve em dibînin ku rayedarên resmî li Tirkiyê tişta têxin stuyê rojnamevanan û wan weke hedef nîşan didin. Erdogan û rejima wî vê weke navgîneke zordanê bi kar tînin da ku rojnamevanên din dengê xwe nekin. Wan çavtirsandî dike.
– Gelekî hêsan e mirov kesekî reviyayî welatek din gunehbar bike, ji ber ku mirov dizane ku ew nikare xwe biparêze.

Abdullah Bozkurt ku hemû îdiayên Tirkiyê red dike dibêje hedefa Tirkiyê bêdengkirina wî ye, lê digel gef û tehdîtan jî ew ê bi berdewamî binivîse.

– Helbet, hedefnîşandan dibe sebeba fikaran. Herçend ez li welatekî bi ewle dimînim jî destê îslamîstan dirêj e, rêxistin û îstixbaratên desthilatdariyê li vira jî hene. Dikarin tiştekî bi min bikin.– Lê weke rojnamevanekî ez wiha difikirim. Ji ber ku nivîsên min wan pir aciz dikin ewqas êrîşî min dikin. Lewra jî divê em bêdeng nemînin û berawestan binivîsin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".