Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dema payinê ji bo anîna malbatê wê dirêjtir bibe

Hat weşandin fredag 23 december 2016 kl 10.07
”Min digot Swêd welatê mirovahiyê ye”
(4:54 min)
Penaber
Wêne: Drago Prvulovic/TT

Dezgeha koçê daxwazên penaberiyê li pêş daxwazên gihandina malbatê ba hev datîne û ji ber wê gelek penaber demeke zêde dirêj dimînin ta malbatên wan digihêjine Swêdê.

Li gor qanûnê divê dema payinê zêdî neh mehan dirêj neke lê Dezgeha koçê, Migrationsverket, texmîn dike ku hejmara kesên li bendî biryarê ne ducar dibe û dema payinê wê dirêjtir bibe

Sana ji Hesekê li bendî hatina her sê zarokên xwe ye, ew 17, 12 û 3 salî ne. Nuha zarok li Hesekê ne û ev zêdî salekê diya xwe nedîtine. Sana ji ber siyaset û muameleya dezgehên swêdî xeyalşikestî bûye. Ew dibêje min digot Swêd welatê mirovahiyê ye lê dezgehên swêdî ta nuha aliyekî din diyar kiriye. Yekcar min nehisandine ku dilê wan bi ser zarokan ve ye yan ku xema wan dixwin.

Anders Sundquist, hiqûqzan e li bîroyeke şêwirdariyê ji bo penaxwaz û penaberan û ew dibêje ku daxwazên gihandina malbatê ba hev li ba Dezgeha koçê, li pêş nayên danîn.

-Ew pêşî giraniyê datînin li ser daxwazên mafê penaberiyê û ew jî, li gor baweriya min girêdayî bi mesrûfa giran e ku li ser penaxwazan li Swêdê têne serf kiri. Ji ber wê jî dixwazin xwe pêşî ji wan daxwazan xilas bikin.lê mesela gihandina malbat û ehlan ba hev ne karekî ji wan re bilez e û ji bo Swêdê jî tu mesrefê naxwaze eger salekê, du yan sê salan dirêj bike.

Di haê hazir de 70 000 kes li bendî biryara hatina ehl û malbatên xwe ne û sala bê, li gor texmînên Dezgeha koçê, wê 90 000 kesên din serî li mafê anîna ehlên xwe bikin. Di nav van jimareyan de hem gihandina zarok û malbatê ba hev hene û hem jî hevjîn, ya jê re dibêjin koçberiya evîniyê.

Dezgeha koçê daxwaza pereyan ji bo 370 karmendên bêhtir kiriye da ku karibin bi hemû daxwazan re bigihêjin di 2017 de. Lê diyar e bi wê yarmetiyê jî re wê dema payinê di sala bê de her dirêjtir bibe, li gor Håkan Jonsson yê parêzer e li Dezgeha koçê.

-Belkî ta du salan dema peyinê gelekî dirêj be û em zanin ku ev netiştekî maqûl e. Ta ji me tê em kar dikin da ku ev dem kurtir bibe.

Dezgeha koçê bi hêvî ye ku di 2019 yan 2020 de heq ji karê xwe derkevin her wekî qanûn dibêje ku biryaran di hindirê neh mehan de karibin werbigirin.

Sana nizane bê zarokên wê çawa xwe bigihîjin balyozxaneyeke swêdî û ne jî bê kengî wê biryara hatina bo Swêdê werbigirin. Sana ji ber zehmetiya rewşê difikire ku ji bilî rêya qaçaxê tu rêyên din li ber wan tune ne.

Ew tucarî zarokan bi vê neçarî û zehmetiyê nahisîne û ta ji wê tê xewnên wan geş dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".