Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Noela me hinekî swêdî ye hinekî kurdî"

Hat weşandin lördag 24 december 2016 kl 08.00
"Ez ti maneyên dînî nadime Noelê"
(7:19 min)
Jiyan û zarokên xwe li marketê danûstandina Noelê dikin.
1 av 2
Jiyan û zarokên xwe li marketê danûstandina Noelê dikin. Wêne: Robin Sahin
Xoşnav û keça wî Asmîn li eynî marketê ne. Wêne: Robin Sahin
2 av 2
Xoşnav û keça wî Asmîn li eynî marketê ne. Wêne: Robin Sahin

Îro êvara Noelê ye û kurdên Swêdê ji vê pîrozbahiyê namînin. Li gor hinan ji wan bi xwarinên kurdî Noel xweştir dibe. Li hevpeyvîna me ya bi çend kesan re guhdarî bikin ku ew tê de dibêjin ka maneya Noelê ji bo wan çi ye û ew vê çawa pîroz dikin.

Vêga dem dema cejna herî mezin a Swêdê ye, ango Noel an jî Krîstmis, an jî weke bi swêdî dibêjin Jul. Noel weke gelek welatên din ên ewropî di eslê xwe de ji heftiya pêşî ya meha 12an û pê de dest pê dike.

Mal û kolan bi roniyan têne xemilandin, darên Noelê yên mezin li meydanan têne bilind kirin. Bazarên demkî yên firotina darên noelê têne danîn, bêhna kadikên bisafran û kûrabiyeyên bizencefîl bi malan dikeve.

Tişteke din a girîng jî muzîk e. Tu dikevî kîjan dikanê de muzîk û stranên Noelê têne bihîstin.

Bi muzîkê, kolan û malên ronîkirî û bêhna kadikan mirov li benda êvara mezin dimîne. Ango 24 meha 12an, li gor mesîhiyan erefeya rojbûna Îsa Mesîh.

Lê li Swêdê ev cejn êdî ne tenê cejneke dînî ku mesîhî pîroz dikin e. Ev hewaya xweş a di dema Noelê de bêyî ku dîn û bawerî û ziman û bingeh ferq bike gelek kesan dikişîne nav xwe. Ma gelo kurdên li Swêdê ji vê cejnê dimînin.

Me Jiyan bi zarokên wê San û Hêlan re li Stenhagena li Uppsalayê danûstandina şîva Noelê dît. Ew ji me re dibêje ka weke malbateke kurd li Swêdê ew Noelê çawa pîroz dikin û maneya wê ji bo wan çi ye.

Kurdekî din ku li eynî marketê danûstandinê dike Xoşnav e. Ew dibêje xwarinên kurdî hebin Noel xweştir e.

 

Ji bo zêdetir li deng guhdarî bikin. 


Robîn Şahîn

robin.sahin@sverigesradio.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".