Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bahoza Urd 3 000 mal bê ceryan hişt

Hat weşandin tisdag 27 december 2016 kl 09.57
Bahoz îro sist dibe!
(1:55 min)
Storm Urd
Sur’eta bahoza bi baran, teyrok û brûsk saniyê gihişt 26.5 metroyan. Wêne: Johan Nilsson / TT

Firtoneya ku li başûrê Swêdê rabûye ber bi rojhilatê Swêdê ve dewam dike, lê ne bi wê hêza berê. Firtoneyê heta niha 3 000 mal bê ceryan hiştiye, gelek dar dane erdê û avê daye ser gelek ciyan.

Geraja Krister Kristoffersson li Helsinborg wergeriyaye hawizekî biçûk.

Navê Urd li vê firtone ango bahoza dawî kirine. Ji ber vê bahoza ku roja piştî Noelê rabû li seranserê perava rojavayê Swêdê gelek jêrzemîn û garaj tijî av bûne. 

Li herêma Bohuslän sur’eta bayê firtoneya Urd gihîşt saniyê 33,8 metroyan, ango giha hêz tofanê. Lê vê sibê bayê wê sisttir bû û daket saniyê 24-25 metroyan. 

Ji ber firtoneya bi baran, teyrok û brûskan şevê din pirên Öresund, Uddevalla û Älvsborg heta vê sibê girtî man. Saziya trafîkê jî radigihîne ku ji ber tirsa ku dar bikevine ser riyên hesinî de wan çûnûhatina trênên navbera Uddevalla – Strömstad, Göteborg – Uddevalla û Varberg – Borås girtine. Tê payin ku riyên hesinî îro werine vekirin. 

Eva Strandberg ji Enstîtuya Meteorolojiya Swêdê (SMHI) dibêje îro jî li herêmên Norrland, Lappland û Gotland firtone berdewam e, lê li gor wê firtone gihaye zîrveyê û ji niha û pê de êdî sist dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".