Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zimanê swêdî bi 43 peyvan zengîntir bû

Hat weşandin tisdag 27 december 2016 kl 12.10
Hirorî: Prosesa peydakirina peyvên nû di kurdî de tim hebûye.
(4:25 min)
Trump, Dylan och Pekemon Go
"Trumpifiera", "pokenad" û "dylanman" di zimanê swêdî de sê peyvên nû ne. Wêne: Vince Bucci

Pokenad, fomo, dylanman û trumpifiera jî di nav de 43 gotinên nû îsal dikevine ferhenga swêdî de.

Enstîtuya Ziman û Bîra Gel (Institutet för språk och folkminnen) her sal lîsteyeke bi peyivên nû diweşîne. Ev peyv berê di ferhengên zimanê swêdî de nînin, lê ji ber ku di nava salê de pir hatine bi kar anîn Enstîtu biryarê dide ku wan tevlî ferhenga swêdî bike û bi vê re ew bi fermî di zimanê swêdî de dibine peyivên nû. 

Enstîtuyê îsal 43 peyiv tevî lîsteya xwe kirine. Çend ji peyvan ev in: 

Pokenad: Kesê ku dimeşe û bi Pokemon dilîze.

Fomo: Tirsa ku mirov ji tiştekî xweş an jî balkêş bimîne.

Dylanman: Hezkirê Bob Dylan ku herwiha heq dide helwestên Dylan.

Trumpifiera: Xîtaba bi amanca balkişandinê bê ku guh bide naverok û encamên gotinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".