Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Çarenûsa wan min ditirsîne"

Hat weşandin onsdag 28 december 2016 kl 09.00
“Ez kabûsan dibînim“
(7:03 min)
وێنەی دیاکۆ قادری
Diyako Qadri penaxwaz. Wêne: Radio Sweden

Dema payinê ya dirêj ji bo wergirtina bersivekê ji Dezgeha koçê, Migrationsverket, bandoreke mezin li jiyan û rewşa nefsî ya gencên li jêr 18 saliyê de ne û bi tena serê xwe ne li Swêdê, dike. Diyako yê 17 salî di tirs û nearamiyê de dijî.

Diyako yê 17 salî ev sal û çar mehên wî li Swêdê çê bûne. Diyako bi tena serê xwe hate Swêdê, bi hêviya jiyaneke aram û pêşerojeke ronak li vê derê peyda bike lê ta nuha hîna bersiv ji Dezgeha koçê, Migrationsverket, wernegirtiye derbarê daxwaza wî ji bo mafê penaberiyê li Swêdê. Û ev yeka hiştiye ku rojane di tirs û nearamiyê de bijî.

Diyako nuha di kampeke taybet ji bo gencên li jêr 18 saliyê de li bajarê Åre dijî. Ew gelekî bi dibistan, heval û “god man“, ango wekîl û birêveberê karê xwe raziye. Li bajarê wî kes kurd tune û sermeya wê herêmê dihêle mecalê tiştekî tenê hebe, ew jî werzişên berfê yên cuda ne.

Li Diyako diyar e her çawa be jî ji dil dixwaze jiyana xwe li Swêdê derbas bike lê hîna gelek pêngav di rêya wî de mane ta hest bi wê aramiyê bike. Ew nuha 17 sal e û eger biryarekê derbarê mafê penaberiyê, ango îqameya xwe wernegire beriya bibe 18 sal e, wê demê mecbûr dibe tevlî salmezinan di kampê de bibe û ji dost û hevalên xwe dûr bike. Ev jî derdekî din e ji bo wî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".