Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Medyayên civakî li dijî ekstremîzmê dixebitin

Hat weşandin onsdag 28 december 2016 kl 09.14
Kurdên Swêdê jî ji Facebookê têne bloke kirin.
(5:30 min)
medyayên civakî û daish
Wêne: Janerik Henriksson/TT

Şirketên medyayên civakî yên weke Twitter, Facebook, Google û Microsoft xebatên xwe yên li dijî propagandaya ekstremîst berfireh dikin. Ji aliyekî ve hesabên Facebook û Twitterê têne girtin ji aliyê din ve Google ligor encamên lêgerînê pêşniyazan pêşkêşî bikarhêneran dike.

Google li gor encamên lêgerînê yên bikarhênerên xwe reklaman pêşkêş dike. Di heman demê de eger mirov gelek caran bi gotinên ekstremîst û şidethez lêgerînê bike, yan jî li ser Youtubeê mirov li vîdeoyên propagandayê yên Daişê binêre Google vîdeoyên li dijî propagandaya wan pêşniyaz dike.

Bjørn Ihler li rêxistina Omelas li dijî peyam û propagandayên  komên ektremîst kar dike.Ew dibêje bo mînak dema mirov li vîdeoyekî propagandaya Daişê binêre wê demê ev vîdeo tê pêşniyaz kirin ku tê de rêzên dirêj ên mirovan ketine dora xwarinê.

Ev vîdeo li Reqaya li Sûrî hatiye kişandin û dîmeneke berevajiyê civaka mukemel a Daişê ye ku ew di propagandayên xwe de nîşan didin.

Meha 8an Twitterê eşkere kir ku wan 360 000 hesabên ku peyamên ektremîst belav dikin girtine. Herwiha Facebook hesabên wiha digire û hevkariyê bi rêxistinên ku li dijî komên ektremîst dixebitin re dike.

Destpêka vê mehê Microsoft, Facebook, Twitter û Youtubeê eşkere kirin ku ew ê li ser îşaretkirin û jêbirina naverokên ektremîst hevkariyê bikin da ku bo mînak dema vîdeoyeke ji derekê hate birin ji derên din jî were birin.

Lê ma ev medyayên civakî kî û çi weke ekstremîst dibînin û çarçoveya wan a nirxandina naverokan çi ye? Sînorê wan heta bi kûderê ye?

Gelek kurdên Swêdê ji ber ku wêne û nivîsên li ser kurd û têkoşîna kurdan parve dikin ji facebookê têne bloke kirin. Yek ji wan Kadir Şeker e. Hesabê wî 10 caran hatiye bloke kirin. Ew dibêje eger mirov wêneyê bajarekî kurd ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye xera kirin jî parve bike mirov tê bloke kirin.

Kadir Şeker dibêje ez bawer dikim Facebookê peymanek bi dewleta tirk re çê kiriye û ji bo li dijî aktîvîstên kurd bixebitin pereyan werdigirin. Ofîseke wan a sereke li Stenbolê ye û li gor Şeker heye tesîra vê li ser tevgera Facebookê hebe. Li gor wî Facebook li dijî kurdan e û hertiştê li ser Kurdistanê û Abdullah Öcalan ji bo Facebookê tabû ye.

Keseke din ku ji ber parvekirina wêne û nivîsên li ser kurdan hatiye bloke kirin siyasetmedara Partiya Çep Yekbûn Alp e.

Radyoya Swêdê xwest bi Facebookê re têkiliyê deyne da ku nêrîna wan a li ser mijarê bibihîze, lê ne bi telefonê ne jî bi e-nameyê têkilîdanîna bi Facebookê re mumkin e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".