Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaberî

Di 2016ê de hejmara penaberên nû bi xurtî daket

Hat weşandin torsdag 29 december 2016 kl 08.16
Di 2016ê de pirsa penaberiyê
(5:12 min)
Anländande flyktingar. polis betraktar bilbrand och pratar med ungdomar
Di 2016ê de ji hejmara penaberan bêhtir behsa tawanên ku ew dikin hate kirin. Wêne: TT

Di vê raporê de em ê hewl bidin bi kurtî behsa gotûbêjên li ser penaber û koçberan di 2016ê de li Swêdê bikin.

Lê berya em behsa 2016ê bikin divê em bi kurtî dawiya 2015ê bînin zimên, ji bo ku di şiklê xeta siyaseta penaberan ya îro de biryarên hingî hatine girtin diyarker bûn. 

Belê di payiza 2015an de bi sedhezaran penaber berê xwe dabûn Ewrûpa. Wêneyên koçberên ku di rê de jiyana xwe ji dest didan hiştibû ku raya giştî ya Swêdê hişyariyeke mezin nîşan bide û serokwezîr Stefan Löfven gotibû: ”Ewrûpaya min sûr û dîwaran ava nake”.

Lê mehekê piştî vê daxuyaniyê Daîreya Koçê (Migrationsverket) diyar kiribû ku eger wiha dewam bike hejmara koçberan dê bigihîje asteke ku di tarîxa Swêd a modern de nehatibû dîtin.

Piştî vê daxuyaniyê hikûmetê bangî partiyên din ên di parlamanê de jî kir û pêşniyazên tedbîr û qanûnên dijwarkirina hatina koçberan xistin dewrê. Kontrolkirina riyan, dijwarkirina şertên wergirtina îqamê, lênerînên tibî ji bo diyarkirina temenê ciwanan hwd bûne qanûn. Û piraniya van pêşniyazan ji destpêka îsal û pê de yek bi yek ketin dewrê. Di heman demê de Yekîtiya Ewrûpa li ser jidandina sînoran bi Tirkiyê re peymanek îmza kir. 

Û tevahiya 2016 ev siyaseta koçberan a jidandî hate meşandin. Vêya tesîreke berbiçav li hejmara kesên ku îsal serî li penaxwaziyê dane kiriye. Par 160 000 kes hatine Swêdê, lê îsal ev hejmar dakete 29 000. Herî zêde ew ji Sûrî, Îraq û Efxanistanê tên. 

Dîsa jî pirsa koçberan yek ji mijarên ku di nava 2016ê de herî zêdê dihate gotûbêj kirin bû. Êv gotûbêj di havînê de bi lidarxistina mihrîcanan re derket asteke bilind. 

Di havînan de li Swêdê gelek festîval û mihrîcan têne li dar xistin. Bi destpêka mihrîcanên îsal re pirsa ku di şahiyan de keç û jin têne acizkirin derkete pêş. 

Raporên navxweyî yên polîs hatine belavkirin ku bi sedan xort ji ber ku keç aciz kirine ji festîvalan hatine dûrxistin û ev xort jî mîna xortên penaber ên ku piranî bi serê xwe hatine Swêdê dihate destnîşan kirin. Polîs li xwe mikur dihat ku berê wan ev rapor eşkere nekirine û lewra berpirsê çapemeniyê yê polîsê Stockholmê rexne li xwe digirt.

Meseleya penaberan di çarçoveya rêzgirtina li nirx û adetên swêdî, segregasyonê, herêmên berxeter, pirsgirêkên li dibistanan û tawanbariyê derbasî gotûbêjên heftiya siyasî ya Almedalenê jî bû. Serokwezîr Stefan Löfven tedbîrên jidandî yên li hember tawanbaran pêşniyaz dikir. Lê yê ku gavên herî zêde dixwestin serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson bû. Wî qala rewşa awarte dikir û digot ”yê ku xwe rast neke bila ji Swêdê derkeve”. Ji bo berlêgirtina şideta li berbajaran pêşniyaza Åkesson li hin herêman qedexeya derketina derve bû.

Piraniya biryarên ku di dawiya sala 2015ê de hatine girtin û di 2016ê de ketine dewrê de xuya ye ku wê tesîreke mezin li sala bê 2017ê jî bikin. Wek nimûne kontrolkirina nasnameyan ên li ser sînor hatiye dirêj kirin û li gor pêşbîniyan hejmara penaxwazan di sala bê de wê di navbera 30-40 hezarî be. 

Loma ji hejmara bilind ya penaberan bêhtir mirov dikare texmîn bike ku sala bê wê di bin mijarên berfirehtir de behsa koçberan were kirin. Wek nebûna xaniyan, peydakirina kar, segregasyon, perwerde û herwiha di çarçoveya mijara tawanbariyê de pirsên ku penaberan ji nêzîk ve elaqedar dikin dikarin derkevin pêş.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".