Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Baş nayê zanîn çima jin digihine Daişê

Hat weşandin onsdag 28 december 2016 kl 14.46
"Ji bo jinên cuda propagandaya cuda heye."
(2:36 min)
Bildkollage med Lisa Kaati och en flagga för Islamiska staten.
Lisa Kaati, lêkolîner li FOI. Wêne: TT

Ji sedî 17 kesên ku ji Ewropa beşdarî Daişê dibin jin in. Ji Swêdê 30, 40 jin gihane Daişê. Lê baş nayê zanîn ka di eslê xwe de jin çima beşdarî vê koma terorîst dibin.

Lisa Kaati li Totalförsvarets forskningsinstitut lêkolîner e. Ew li blogên jinên daişî dinêrin. Di blogekê de jineke malaysiyayî ku li Reqayê gihaye Daişê dinivîse ka ew çawa dijî. Zewaca wê ya bi şêrvanekî Daişê re û têkilî û axaftina wan a bi hev re ya tije evîn. Ew herwiha di blogê de şîretan li jinên ku dixwazin bigihine Daişê dike û dinivîse ka divê ew çi bi xwe re bînin û çi li wir heye.

Tê texmîn kirin ku bi giştî 700 jin ji Ewropayê çûne Îraq û Sûriyê û gihane Daişê. Vêga Enstîtuya Parastina Civakê ya Giştî, Totalförsvarets forskningsinstitut, li ser propagandaya ku Daiş ji bo jinan çê dike hûr dibe da ku fêm bike ka çima jin beşdarî wan dibin.

Sekreterê koordînatoriya li dijî ekstremîzma şidethez Yassin Ekdahl dibêje di nav van de jinên ku bi bav û birayên xwe re diçin jî hene yên ku bi tena serê xwe diçin jî. Ew diyar dike ku herçiqasî ku seferên terorê yên ji Ewropayê kêm bûbin jî baş e mirov zanibe ka jin çima digihine komên wiha.

Ew dibêje agahiyên li ser sedemên beşdarbûna mêran gelek in, lê propagandayên ji bo jinan jî hene û ji bo em karibin tedbîran bigirin divê em zanibin ka çi peyam van keçan dikişîne nav Daişê.

Li gor Yassin Ekdahl Daiş ji bo komên jinan ê cuda propagandayên cuda çê dike û di halê hazir de 3 cureyên propagandayê hene. Yek jê ji bo jinên zîrek û xwende ye û tê gotin ku divê ew di xebatên avakirina xîlafetê de çalak bin. Ya duyan ji bo jinên ku zordestî li wan tê kirin e. Li vir tê gotin ku ew ê di bin xîlafetê de azad û ji îslamofobiyê dûr bin. Ya sêyan jî propagandaya ji bo dayik û jinan e.

Totalförsvarets forskningsinstitut bi daxwaza hikûmetê li ser sedemên beşdarbûna jinan hûr dibe. Ew bo mînak li blogên ku ji aliyên van jinên ku beşdarî Daişê bûne ve têne nivîsin dinêrin. Herwiha li gor lêkolînera xebatê Lisa Kaati girîng e mirov zanibe ka jin çima digihine Daişê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".