Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rastgirên ektremîst ji bo propagandayê rêyên nû dibînin

Hat weşandin torsdag 29 december 2016 kl 09.23
"Di teknîkê de bilez û baş in."
(2:11 min)
Man med huvtröja vid datorskärm som visar högerextrem sajt.
Wêne: Markus Landén/Sveriges Radio.

Li Swêdê tevgerên ekstremîst ên rastgir ji bo belavkirina propagandayâ xwe rêyên nû peyda dikin. Podcast û malperên weke Facebookê hin ji van in.

Daniel Poohl serredaktorê kovara antî-rasîst Expo ye. Ew dibêje rastgirên ektremîst ên li Swêdê di warê bikaranîna teknîkê de tim bilez û baş bûne. Yek ji malperên wan ên herî çalak Motgift e. Wan weke podcastekê dest bi vê kir, lê vêga nivîsan jî diweşînin, kovarek û firoşgeheke wan a online jî heye.

Malpera Motgift herwiha rûpeleke weke Facebookê çê kiriye. Dema Facebook dizane ku propagandaya ektremîst tê belav kirin hesaban bloke dike yan jî bi temamî digire. Ji ber ku malpera Motgiftê ji bo rastgirên ektremîst e ev rîska blokekirinê ji bo wan nîne.

Daniel Poohl dibêje ev ji bo kesên ku ji Facebookê hatine avêtin an jî ji Facebookê aciz bûne ye.

Yek ji damezrênerên Motgiftê  berî niha di nav partî û tevgerên nazîst ên weke Svenska motståndsrörelsen û Svenskarnas parti de çalak bûye. Ew li ser maperekê dinivîse ”Medyayên sadiqê hikûmetê naxwazin dengên ku melodiyên wan xera dikin werine bihîstin. Loma em mecbûr bûn rêyên nû, rêyên din, rêyên xwe peyda binin da ku em bi gel re têkiliyê deynin.”

Herwiha tevgerên din ên rastgir ên ektremîst Nordisk ungdom û Motpol ji bo propagandayê malperan ava dikin. Motpolê malpereke weke Wikipediayê ya bi navê Metapedia ava kiriye . Ev malper sala 2006an hate ava kirin û vêga bi 12 zimanan heye. Li vir bo mînak Qetliyama cihûyan tenê weke fikrekê tê salox dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".