Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza Kaj Linna ji nû ve tê vekirin

Hat weşandin torsdag 29 december 2016 kl 10.16
"Agahiyên nû li ser îfadeya şahid hatine bi dest xistin"
(1:42 min)
 Högsta domstolen
Wêne: Pontus Lundahl/TT bild

Doza Kaj Linna ku sala 2004an ji ber kuştin û şelandinê cezayê miebed standibû dê ji nû ve were vekirin. Ev biryar îro ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate da.

Ev 12 sal in ku Kaj Linna ji ber kuştina hovane ya li Kalamarkê di girtîgehê de ye. Wî tim îdia dikir ku ew bêsûc e. Piştî serîlêdanan vêga Dadgeha Bilind biryarê dide ku doza wî dê careke din were nirxandin.

Şêrwirmendê edaletê Anders Eka dibêje ji ber ku me zanyariyên nû li ser agahiyên ku şahid dane bi dest xistine biryar tê dan ku doz ê careke din were vekirin.

Meha nîsanê sala 2004an li Kalamarka li derveyî Piteåyê du bira ji bo şelandinê bi awayekî hovane hatine êrîş kirin. Yek ji wan mir û yê din giran birîndar bû. Şahidekî got ku wî bihîstiye ku Kaj Linna gotiye ew êrîşekê li ser herdu birayan plan dike. Heman salê Kaj Linna ji ber kuştin û şelandina giran cezayê miebed ê girtîgehê xwar. Wî tim diyar dikir ku ew bêsûc e.

Ev cara sêyem bû ku Kaj Linna daxwaz dikir da ku doza wî careke din were nirxandin. Vêga Dadgeha Bilind diyar dike ku hin îfadeyên şahid hev nagirin û loma biryarê dide ku doza wî dê ji nû ve were vekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".