Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Sûcê li dijî hiqûqa gelan

Ji ber kuştina 7 kesên li Sûrî tê dadgeh kirin

Hat weşandin torsdag 29 december 2016 kl 10.52
Weke penaber hatiye Swêdê.
(1:31 min)
åklagarmyndigheten
Amblema Daîreya Dozgeran û dîmenek ji Sûrî. Wêne: Uncredited

Zilamê 46 salî ku li Sûrî tevlî kuştina 7 kesan bûye îro li Stockholmê tê dadgeh kirin. Zilam meha adarê hate girtin û gumana sûcê li dijî hiqûqa gelan li ser heye.

Zilam gihabû çekdarên li dijî regîmên û li dora Îdlibê şer dikir. Di nêzîkî 10 vîdeoyan de tê dîtin ku ev zilam bi çend kesên din re 7 zilamên ku destên wan ji paş ve hatine girêdan dikûje û wan diavêje koncalekê de.

Dema berî sê salan rojnameya New York Timesê vîdeoyên zilêm weşandin vê li cîhanê deng veda. Wê demê zilam ji Sûrî derketibû û li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû. Wî mafê rûniştinê stand û li bajarê Karlskoga bi cih bû.

Zilam di navbera 2002 û 2012an de li Mîlanoya Îtalyayê dima. Destpêka vê salê li Îtalyayê zilam weke yek ji çekdarên di vîdeoyan de hate nîşandan. Berpirsên îtalî qeydên xwe yên berê weke delîl pêşkêş kirin û diyar kirin ku ew herwiha yek ji kesên ku li Îtalyayê cîhadîst dişandine Sûriyê bû.

Meha adarê emrê girtinê li ser zilam hate dan û peyre ew hate girtin. Pêşî gumana kuştinê li ser hebû, lê peyre ev hate guhertin û bû gumana sûcê li dijî hiqûqê gelan.

Dadgehkirin li Dadgeha destpêkê ya Stockholmê tê vekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".