Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sûka Husby weke protesto îro girtî ye

Hat weşandin torsdag 29 december 2016 kl 16.07
Salam Kurda: polîs li cih nîne û siyasetmedar di xew de ne.
(3:24 min)
Salam Kurda
Salam Kurda Wêne: Loukas Christodoulou/SR

Li Husby centrum îro weke protestoyeke li dijî dizî û şelandinê dikan nayêne vekirin. Dikandar daxwaza baştirkirina ewlehiyê dikin û siba di navbera saet 13 û 18an de dikanên li sûka Husbyê têne girtin.

Ev 30 sal e ku Salam Kurda li sûka Husbyê dikandar e. Şeva ber bi duşemê bi erebeyekê êrîş li ser dikana wî hate kirin. Dizan bi erebeyê derabe anîne xwarê û dikana wî talan kirin. Roja peyre diz ketine dikana di rex ya wî de.

Salam Kurda dibêje dikanên ku diz neketinê nemane li vê sûkê. Êdî me ji vê bes e. Em dixwazin ku polîs û siyasetmedar karê xwe bikin û hevwelatiyên xwe û bazirganiyê biparêzin.

Salam Kurda herwiha diyar dike ku dema ew ji polîsan daxwaza parastina zêdetir dikin ew dibêjin îmkana me ji bo vê nîne. Polîs herwiha dibêje ev ne tiştek e ku ew dora pêşî didinê. Protestoya dikandaran ji ber vê jî ye.

Niclas Andersson midûrê polîs ê herêma Järvayê ye. Ew dibêje ne ku em xebatên li Husbyê bi temamî îhmal dikin an jî ji wir winda dibin, lê carinan bûyerên mezintir diqewimin û wê demê granî diçe ser wan. Lê dîsa jî em hewl didin zêdetir li wir amade bin û bê çalakiyên din ên weke karê dilxwaz jî ewlehiya Husbyê bilindtir bikin.

Andersson dibêje di bûyerên şelandin û diziyê de peydakirina sûcdaran zehmet e. Em hewl didin lêkolînên teknîkî yên li cihê bûyerê bi rêkûpêk çê bikin, lê dema delîl ji holê têne rakirin kar gelekî zehmet dibe. Di yek ji bûyerên dawî de polîs ji bo lêkolîna teknîkî çû cih, lê ji ber rewşa xerab a cih tiştekî baş nehate peyda kirin.

Rêxistina bazirganan Svensk Handel jî balê dikişîne ser dizî û şelandina li dikanan û ji hikûmetê daxwaza tedbîrên bitesîr dike. Rêxistin dibêje Swêd di warê diziya li dikanan de di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de yekem e û ji bo zêdekirina ewlehiya dikanan hin pêşniyazan pêşkêş dike. Bo mînak ew zêdetir polîsan li kolanan dixwazin û diyar dikin ku divê di dubarekirina sûcan de ceza neyê kêm kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".