Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

2016: Swêd bû şahidê nijadperestiya tirk

Hat weşandin fredag 30 december 2016 kl 17.00
Nijadperestiya tirk li Swêdê
(6:07 min)
SVT, Aktuellt, Mehmet Kaplan, Grå Vargar, extremhöger
Di 2016ê de nijadperestiya Tirkî ciyekî berfireh di çapemeniya Swêd de girt.

Di 2016ê de nijadperestiya tirk a li Swêdê ciyekî berfireh di rojevê de girt. Dîrek û endîrek ew bû sebeb ku yek ji wan berdevk du wezîr îstifa bikin, rêxistineke herî kevin a biyaniyan here îflasê.

Rasîzm, ango nijadperestî, hertim li Swêdê mijareke germ a rojevê bûye. Piranî jî gava behsa nijadperestiyê tê kirin fikir diçe ser rastgirên tund ên swêdî. Di dawiya vê sala 2016ê de jî mînakek bi heman rengî tê dîtin. Nûçeyên Radyoya Swêdê çalakî û xebatên tevgerên nijadperest ên li ser înternetê pêşdarî dike, radixe ber çavan. 

Bes îsal gotûbêjeke gur derheqê nijadperestiya tirk li Swêdê hate kirin. Raya giştî ya Swêdê bi heftiyan behsa ulkuciyên tirk kir, têkilî û pêwendiyên bi wan re yên li Swêdê hatine aşkere kirin. Di vê raporê de em ê behsa ncamên van gotûbêjan ên hiqûqî, rêxistinî û siyasî di 2016ê de bikin.

Egera ku rê li ber hemû gotûbêjên derheqê nijadperestiya tirk vekirin, axavtina cîgirê serokê Federasyona Tirkî li Swêdê Barbaros Leylani ya di 9ê nîsanê de bû. Di xwepêşandaneke ji bo piştgiriya Azerbeycanê li Stockholmê wî mîna kûçikan behsa ermeniyan dikir û digot eger pêwist be ew ê xwînê birijînin da ku hêza tirk nîşanî swêdî û skandînaviyan bidin. Ev axavtina Leylani ji aliyê xwepêşanderan ve bi çepik û dubarekirina ”mirin, mirin” dihatine pêşwazîkirin.

Bi belavbûna fîlmên axavtina Leylani re di demeke kin de ew di raya giştî ya Swêdê de bû yek ji mijarên sereke yên rojevê. 

Çapemeniya swêdî wêneyên Leylani yên bi serokê ulkucî, ango gurên boz ên tirk li Swêdê re weşandin. Di wêneyekî ji van de wezîrê xaniyan ê ji Partiya Jîngehê Mehmet Kaplan bi Leylani û serokê gurên boz re xwarin dixwar.

Bi nîqaşên ku piştî vî wêneyê belav bûn re Mehmet Kaplan neçar ma ji wezîrtiyê îstifa bike û ji hingî ve wî tu daxuyanî nedane çapemeniyê. 

Kaplan xwe vekişand bêdengiyê, lê derî li minaqeşeyên nav endamên Partiya Jîngehê û tevgerên wan ên gumanbar hatibû vekirin. 

Yasri Khan, ku hingî endamê birêvebiriya Partiya Jîngehê bû nivîsî ku ji ber Kaplan misilman e ew hatiye dûrxistin. Di peyameke xwe ya Facebookê de wî herwiha rexneyên tûj li hin kurdên Swêdê dikir, mîna ku PKKyî bin behsa wan dikir û uslûbekî ku rêvebiriya Tirkî mafdar bibîne bi kar dianî.

Paşê derket holê ku Yasri Khan bi dest merhebayê nade jinan û di dawiyê de ew jî neçar ma ku îstifa bike. 

Bi van îstifayan re di Partiya Jîngehê de êdî behsa krîzeke cidî dihate kirin. Dengên rexnegir ên hundir bilind dibûn û di encama rexneyên tûj de berdevka partiyê Åsa Romson ku hingî herwiha Wezîra Jîngehê bû di 9ê gulanê de dev ji wezîrtî û berdevkiya partiyê berda. 

Heta vir ev encamên siyasî yên yekser û endîrek ên daxuyaniya Leylanî bûn.

Îcar em derbasî tesîra daxuyaniya li Sergelê ya li ser hin rêxistinên tirk bibin. 

Barbaros Leylani gava daxuyaniya li Sergels Torg da ew cîgirê serokê Federasyona Tirkî li Swêdê bû. Piştî daxuyaniyê bi çend rojan wî ragihand ku ew dev ji wezîfeyên xwe yên di federasyonê de ber dide. Bes di raporeke Radyoya Swêdê de eşkere dibû ku têkiliyên federasyonê yên germ bi nijadperestên tirk re hene. Wek nimûne hin birêvebirên din ên federasyonê herwiha endamên partiya nijadperest a li Tirkiyê MHPê ne. 

Di dawiya gulanê de deh komeleyên endamên federasyonê radigihandin ku ew têkiliya xwe ya bi federasyonê re dibirin.

Mehekê piştre Rêxistina xwendin û perwerdekirinê ABF di dîroka xwe ya 100-salî de cara yekem rêxistinek ji endametiyê avêt. Rêxistina ku hate avêtin Federasyona Tirk bû.

Di cotmehê de Meqamê resmî yê ku li pirsên ciwan û civaka sivîl dinêre (MUCF) ragihand ku 520 000 kronê ku wê îsal daye Federasyona Tirk paş de dixwaze. 

Di dozeke Dadgeha Solna de ku ji ber sextekariyê li Federasyonê hatibû vekirin berya çend heftiyan dadgehê biryara îflasa federasyonê da û wekîlek, ango ewa ku bi tirkî dibêjin kayyûm jê re tayîn kir. Halê hazir malpera Federasyona Tirk, ku yek ji federasyonên herî kevin ên biyaniyan li Swêdê ye, li ser internetê û Facebookê nemaye.

Em dîsa vegerin ser xwediyê daxuyaniya li Sergels Torg, Barbaros Leylani ku bûbû sebebê rabûna vê bahozê. 

Piştî belavbûna vîdyoyê piraniya wan ermenî zêdetir ji 50 kes û saziyên cuda giliyê Barbaros Leylani kiribûn.

Doz berya mehekê hate dîtin, ji ber tehrîq û kîna li hember miletekî Leylani hate ceza kirin. 

Di dadgehê de tiştekî balkêş ew bû ku ji aliyê Tirkî kesek beşdar nebû û dirûşmeyên bi heyecan ên ”mirin, mirin” şûna xwe ji daxwazên lêborînê re hiştibûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".