Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Qanûneke nû

Karkerên giliyê karê xwe dikin têne parastin

Hat weşandin fredag 30 december 2016 kl 12.06
"Ev ê weke teşwîqekê be."
(2:29 min)
visselblåsare, skugga, telefon, ringer, hemlig
Wêne: FREDRIK SANDBERG / TT

Ji sersalê û pê de qanûneke nû dest pê dike ku karkerên giliyêrewşên xerab ên li ser kar dikin diparêze.

Bi vê re eger karkerek rewş an jî bûyereke xerab û neqanûnî ya li cihê kar gilî bike qanûn dê gilîker biparêze da ku ti tesîra negatîv lê nebe.

Eva Folkow hiqûqzana mafê kar e.Hêvî ew e ku bi vê re tirsa gilîkirina sextekariyên li ser kar dê kêm bibe. Loma eger karkerek ji gilîkirinê ne emîn be ev qanûn dê weke teşwîqekê be.

Navê qanûnê ”di gilîkirina bûyerên cidî yên xerab û neqanûnî de parastina karkeran a li hember heyfhildanê” ye. Ango eger karkerek sextekarî yan jî bûyereke xerab ku li ser kar diqewime gilî bike ew dê bi qanûnê li hember rîska heyfhildana ji aliyê xwediyê kar ve were parastin.

Li Norwecê qanûneke wiha sala 2007an hate danîn û li gor hiqûqzana mafê kar Eva Folkow vê tesîreke baş kiriye. Qanûn bi giştî ji bo sektora taybet e û bo mînak tê hedef kirin ku bi vê re cudakarî û pirsên zêdekirina meaş ên li ser kar dê baştir derkevine holê û werine ceza kirin.

Tê zanîn ku gelek skandal ji aliyê kesên li hundirê cihê kar ve hatine belav kirin. Bo mînak Edward Snowden ê amerîkî û skandala cerah Macchiarini yê li Nexweşxaneya Karolinskayê hin ji van in.

Lê ji vêga ve hin rexne li ser qanûnê têne kirin. Endamê desteya bazara karî ya li parlamenê Fredrik Malm dibêje divê tenê ji ber ku bi ya mirov karekî neetîk tê kirin mirov nikaribe gilî bike. Ji ber ku exlaqê baş li gor mirovan tê guhertin.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".