Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd seroka konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ye

Hat weşandin måndag 2 januari kl 10.06
”Welatên biçûk profesyonel bixebitin dikarin guhertinên mezin pêk bînin.”
(2:50 min)
FN:s säkerhetsråd.
Wêne: Kena Betancur/AFP

Îro Swêd dest bi serokatiya konseya ewlahiyê ya Neteweyên Yekgirtî dike. Swêd ê weke endam giraniyê bide ser xebatên berlêgirtina nakokiyan û zêdekirina beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de.

Swêd dê du salan bi 5 dewletên din ên daîmî re ku ji Fransa, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk tê di konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de cih bigire.  Swêd herwiha meha yekem a 2017an serokatiya konseya ewlahiyê jî dike.

Di vê demê de Swêd ê bixebite da ku ji bo mafê vetokirinê sînorekî deyne. Ev ji aliyê koordînatorê ewlehiyê û sefîrê nûnertiya swêdî ya Neteweyên Yekgirtî Carl Skau ve tê gotin.

Skau dibêje hin inîsiyatîf hene ku destnîşan didin ku ji bo vê guhertina qaîdeyê ne pêwîst e. Li şûna vê mirov dikare bikaranîna vetoyê bi code of conduct ango prensîbên tevgerên exlaqî heta dibe kêm bike.

Pirseke girîng ku di dema endamtiya Swêdê de giraniyê bigire şerê Sûrî ye û li ser vê pirsê gelek dijîtî di navbera endamên konseya ewlehiyê de hene. Nexasim Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku gelek pêşniyazên çareserkirinê red dikin.

Herwiha sekreterê nû yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres bi serokatiya Swêdê re dest bi kar dike. Wî diyar kiriye ku ew ê hewl bide da ku xebatên berlêgirtina şer û nakokiyan ên ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve baştir û berfirehtir bibin û Swêd ê di sala wî ya pêşî de piştgiriya wî bike.

Carl Skau dibêje bi qasî hemû zehmetiyan dîsa jî welatên biçûk ên weke Swêdê dikarin guhertinên baş pêk bînin. Ew balê dikişîne ser endamtiya Zelanda Nû ya du salên buhurî û rola wan a di daxuyaniya ser Rojhilata Navîn de ku herwiha diyar dike ku avahî û gundên ku Îsraîl li ser axên dagirkirî yên Filîstînê çê dike neqanûnî ne. Skau dibêje ku mirov weke welatekî biçûk profesyonel bixebite mirov dikare guhertinên mezin pêk bîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".