Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gilîkirinên sûcên şer ji hemû deman zêdetir in

Hat weşandin tisdag 10 januari kl 09.52
"Piranî li ser bûyerên li Sûrî qewimîne."
(2:39 min)
Siluetten av av en person och lagbok. Foto: Erik Mårtensson/TT samt  Bertil Ericson / TT
Piraniya gilîkirinan li ser bûyerên li Sûrî qewimîne ne.

li Swêdê hejmara gilîkirinên sûcên şer ku par li cem komîsyona sûcê şer a polîs hatine kirin ji hemû deman zêdetir bû. Bi tevahî 63 sûc hatine gilî kirin.

Patricia Rakic Arle li Komîsyona sûcên şer midûr e. Ew dibêje hejmara penaberan a zêde dibe dike ku gilîkirinên sûcê şer jî zêde dibin.

Patricia Rakic Arle dibêje gelek tişt îşaret dikin ku gilîkirinên van sûcan bi pêlên penaberan ên havîn û payîza 2015an re zêde bûn. Vê demê gilîkirinên ji gel jî zêdetir bûn. Herwiha ji ber ku daxwazên penaberiyê yên li cem Daîreya Koçê zêde bûn gilîkirinên ku daîreyê jî kirin zêde bûn.

Komîsyona sûcên şer sala 2008an hate ava kirin, lê hejmara gilîkirinên par ji yên hemû salan zêdetir bûn. Bo mînak sala 2015an 40 gilîkirin hatibûne kirin, lê par ev hejmar 63 bû.

Swêdê bi konvensiyon û peyamên navneteweyî qebûl kiriye sûcên şer, komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê bişopîne û derxe holê. Sûcdarên kiryarên wiha herwiha dikarin li Swêdê werine ceza kirin.

Ji bilî gilîkirinên ji gel û Daîreya Koçê, komîsyona sûcên şer herwiha bi daîreyên welatên din re jî hevkariyê dike. Komîsyon herwiha li ser înternetê kesên gumanjêkirî dişopîne û naverokên têkildar kontrol dike.

Rakic Arle dibêje hin ji van kesan sûcên dikin bi wêne û delîlan li ser medyayên civakî û înternetê belav dikin. Loma vêga em dikarin delîlan li ser înternetê jî bibînin.

Piraniya sûcên ku sala 2016an hatine kirin ji Sûrî ne. Berî giliyên ku dihatine kirin ji welatên weke Rwanda û Yûgoslavya bûn û kevin bûn. Lê vêga ev gilî li ser bûyerên nû yên ku li welatên weke Sûrî û Sûdanê diqewimin têne kirin. Ev dike ku delîlên sûcan jî nûtir û berbiçavtir dibin. Bo mînak di van bûyeran da kesên ku şahidiya van bûyeran kirine li dadgehê îfadeya devkî didin.

Patricia Rakic Arle bawer dike ku ji ber şerê li Sûrî sala 2017 jî hejmara gilîkirinan dê weke îsal be.

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min spellista".