Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serokên partiyan di nîqaşa pêşî ya salê de dicivin

Hat weşandin onsdag 11 januari kl 08.46
Ji saet 09an heta 12an e.
(1:05 min)
.
1 av 2
Wêne: Fredrik Sandberg/TT
.
2 av 2
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Îro nîqaşa serokên partiyan li parlamenê tê li dar xistin. Salê sê caran nîqaşa serokên partiyan li parlamenê tê çê kirin û ev ya pêşîn a îsal e. Serokên partiyan di van nîqaşan de li ser mijarên siyasî yên ku ew hildibijêrin diaxivin.

Nîqaşa pêşî ya salê piştî tatîla Noel û sersalê, ya duyem meha şeşem û ya sêyem jî meha dehem bi vekirina parlamenê tê çê kirin.

Hemû serokên partiyên di parlamena Swêdê de beşdarî vê nîqaşê dibin. Nîqaş bi serokwezîr, ku di halê hazir de Stefan Löfven e, dest pê dike. Piştî ku serokwezîr 7 deqeyan axaftina xwe dike dor tê seroka partiya Moderatan, Anna Kinberg Batra û li gor mezinahiya partiyê ev wiha berdewam dike. Ji bilî serokwezîr serokên partiyên din heryekê 5 deqeyan diaxivin. Piştî tûra pêşî serokên partiyan dest bi tûreke nû dikin û di vê tûrê de ew dikarin heryekê 2 deqeyan biaxivin.

Di dawiyê de jî tûra pirs û bersivan tê. Di vê tûrê de serokên partiyan heryekê deqeyekê bersiva pirsên ku ji wan têne kirin didin.

Di hemû tûran de serokên partiyan li gor mezinahiya partiyan bi dorê diaxin. Nîqaşa îro dê bi serokwezîr û serokê Partiya Sosyaldemokratan Stefan Löfven dest pê bike û dê bi seroka Partiya Demokratên Xrîstiyan Ebba Busch Thor bi dawî dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".