Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi gumana sûcê şer tê dadgeh kirin

Hat weşandin onsdag 11 januari kl 10.28
Îdia dike ku wî biryara dadgehê bi cih anî.
(2:45 min)
Dadgeha Destpêkê ya Stockholmê.
Dadgehkirin li Dadgeha Destpêkê ya Stockholmê tê meşandin. Wêne: Magnus Hjalmarson Neideman/SvD/TT

Îro li Stockholmê zilamekî 46 salî bi gumana sûcê şer ê li Sûrî tê dadgeh kirin. Guman heye ku zilêm bi hin kesên din re li Sûrî 7 leşkerên rejîmê kuştine.

Dema berî sê salan rojnameya New York Timesê vîdeoyên zilêm weşandin vê li cîhanê deng veda û polîsê swêdî bi vî awayî ji bûyerê agahdar bû.

Di vîdeoyê bûyerê de tê dîtin ku ev zilam li bajarê Îdlibê li Sûrî bi çend kesên din re 7 zilamên ku destên wan ji paş ve hatine girêdan dikûje û wan diavêje koncalekê de. Li gor lêkolînê ev her heft zilamên ku têne kuştin leşkerên rejîmê ne.

Zilam înkar nake ku wî ev kes kuştine, lê ew dibêje ev leşker ji ber êrîş û destdirêjiyên ku wan kiribûn ji aliyê dadgehekê ve bi îdamê hatibûne ceza kirin. Ango wî cezayê ku dadgehê daye bi cih aniye. Loma ew îdia dike ku ew bêsûc e. Lê dozger diyar dike ku dadgeheke wiha neqanûnî ye û ev sûcê li dijê mafê navneteweyî yê gelan e.

Lê parêzerê zilamê gumanjêkirî, Thomas Olsson, weke dozger nafikire.

Thomas Olsson dibêje ev kesên ku hatine kuştin ji ber sûcên giran hatine dadgeh kirin û li gor qanûnên sûrî cezayê wan îdam bûye. Ev kuştin jî bicihanîna biryara dadgehê ye.

Loma agahiyên li ser hebûna dadgehên qanûnî yên li herêmê xaleke girîng a dozê ye. Herwiha dozger raporên rêxistinên mafên mirovan îşaret dike ku diyar dikin ku îdamên neqanûnî li herêmê hatine kirin.

Li gor parêzerê zilêm ji ber ku kesî cihê bûyerê nedîtiye û ti şahid jî nîn in dadgehkirin li ser texmîn û hizirînan tê ava kirin.

Lê pisporê mafê navneteweyî yê gelan Ove Bring jî weke dozger difikire. Ew dibêje ev leşkerên ku leşkerên rejîmê dikujin zanin ku ew ne endamên artêşeka dewletî ne, zanin ku dadgehên ku ew qalê dikin neqanûnî ne. Loma ev delîl bes in ji bo mirov zelal bike ku ev bûyer sûcê şer e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".