Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

“Bila hikûmet hew pereyên alîkariyê kêm bike”

Hat weşandin onsdag 11 januari kl 13.36
"Pereyên hatine qut kirin û hejmara penaberan hevdu nagire."
(1:30 min)
Dîmenek ji xebatên alîkariyê li Etiyopyayê sala 2012an.
Dîmenek ji xebatên alîkariyê li Etiyopyayê sala 2012an. Wêne: OLOF BJÖRNSSON / TT / TT

Divê Swêd êdî pereyên ku ew dide alîkariyê bi hênceta mesrefên penaberan kêm neke. Ev ji aliyê şeş rêxistinên alîkariyê yên swêdî ve di rojnameya SvDê de tê nivîsin.

Rêxistinên ku bi awayekî navneteweyî alîkariya welatên feqîr dikin diyar dikin ku hikûmetên Swêdê mesrefên penaberan dikine hêncet û van mesrefan ji pereyên ku Swêd ji bo alîkariya welatên feqîr veqetandine dikujin. Lê li gor rêxistinan pereyên ku hikûmet ji bo mesrefên penaberan qut dike ji hejmara penaberan gelekî bilindtir e û ev hevdu nagire.

Di meqaleyê de raporeke ku pisporê alîkariyê Staffan Landin çê kiriye tê dest nîşan kirin û tê ragihandin ku li gor vê ne diyar e ka ev pereyên zêde ku hikûmetên Swêdê heta niha ji pereyên alîkariya welatên feqîr kuştine bi kû ve çûne.

Herwiha tê diyar dikin ku helbet divê Swêd penaberan werbigire û ji bo wergirtin baş pêk were pere lazim in, lê divê ev pere ji yên welatên feqîr neyê kuştin. Wê demê Swêd hedefên xwe yên alîkarîkirina pêşvebirina welatên feqîr bi cih nayêne.

Ew dinivîsin ku loma divê Swêd pereyên ku heta niha jê hatine kuştin bi awayekî zelal nîşan bide û ji vir û pê de mesrefên penaberan hew ji pereyên alîkariyê bikuje.

 

Rêxistinên ku ev meqale nivîsîne ev in:

Bo Forsberg, sekreterê giştî yê Diakonia

Lisa Sjöblom, sekretera giştî ya Forum Syd

Ann Svensén, sekreterê giştî yê Individuell Människohjälp

Anna-Karin Johansson, sekretera giştî ya Svenska Afghanistankommittén

Erik Lysén, midûrê navneteweyî yê Svenska kyrkan

Kristina Henschen, midûra rêveberiyê ya Union To Union

Endamên koma Aid Watch a Concord Sverige

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".