Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Berf û bahoz digire ser Swêdê

Hat weşandin onsdag 11 januari kl 17.12
Tesîra hewaya xerab li temamê Swêdê tê dîtin.
(1:11 min)
Dîmenek ji Malmö ku îro hatiye girtin.
Det snöade mycket i Malmö idag. Wêne: Johan Nilsson / TT

Ji ber berf û bahozê Daîreya Meteorolojiyê SMHI ji bo beşekî mezin ê Swêdê îqaza hewaya xerab dide. SMHI îqazê hildide dereceya 2an.

Bahoz û berf bi giştî li temamê welat hakîm e, lê SMHI bi taybetî ji bo şeş parêzgehan îqaza dereceya 2an dide: Västernorrland, Västerbotten, Halland, Sjuhärad, Jönköping û Kronoberg.

 

Berf û bayê bihêz di trafîkê de kêşeyan derdixe holê. Ji Daîreya Trafîkê tê rapor kirin ku darên ketine dikin ku rê têne girtin. Li herêma Skåneyê seferên trên û keştiyan têne betal kirin û li welat bi giştî li ser rêyan kêşe derdikevin holê.

 

Herwiha pira ku girava Ölandê bi beşên din ên Swêdê ve girê dide ji ber mercên xerab hatiye girtin. Daîreya Trafîkê leza herî bilind a ser pira di navbera Swêd û Danîmarkayê de, Öresundsbron, jî daxistiye 50 km/s.

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min spellista".