Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner på Cementa industri med kraftig rökutveckling. Räddningsledaren uppmanar alla i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Gotland.
(Publicerat igår kl 19.24)
Penaberên ji Sûrî

Bi rêya Sûdanê destûra malbatên ji Sûrî tê dan

Hat weşandin torsdag 19 januari kl 10.56
“Ev hêviyeke biçûk dide min.”
(3:02 min)
Sana Mohammed
Sana Mohammed ji Hesekê ye û dixwaze her sê zarokên xwe bîne cem xwe. Wêne: GEORGE OURFALIAN

Êdî sûriyên ku dixwazin malbatên xwe bînine Swêdê cem xwe dê karibin vê bi rêya sefareta Swêdê ya li Sûdanê bikin.

Ji bo sûriyên li Swêdê karibin malbatên xwe bibîne cem xwe divê malbat li sefareteke Swêdê hevdîtinekê pêk bînin. Wezareta karên derve ya swêdî biryar dabû ku malbatên sûrî ku li Swêdê xwediyê mafê rûniştinê ne dikarin tenê li 5 welatan hevdîtinê pêk bînin. Lê van her 5 welatan bêyî vîze destûr nedidane malbatên sûrî. Wê demê jî îmkana hatina Swêdê di praktîkê de nedima.

Wezîra xebatên pêşvebirinê yên navneteweyî Isabella Lövin dibêje me dît ku ji bo malbatên sûrî zehmet e xwe bigihînine sefaretên me yên ku me pêşkêş kiribûn ji ber ku ew vîzeyê dixwazin.  Lê vêga ew dikarin herine Sûdanê jî û li wir vîze nayê xwestin. 

Sana Muhammed ji bajarê Hesekê berî salek û nîvê hate Swêdê û mafê wê yê rûniştinê yê demkî heye. Ew dixwaze her sê zarokên xwe yên ku wê li pey xwe li Sûrî hiştin bîne Swêdê. Ev biryara nû ya hikûmetê bi qasî ku hêviyeke biçûk e dîsa jî Sana kêfxweş dike.

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".