Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Moderat dixwazin hikûmetê betal bikin

Hat weşandin torsdag 19 januari kl 12.15
Löfven: Moderat ji rê derketine.
(3:52 min)
Alliansen
Annie Lööf (C), Jan Björklund (L), Anna Kinberg Batra (M), Ebba Busch Thor (KD). Wêne: Pontus Lundahl/TT

Seroka Partiya Moderatan Anna Kinberg Batra dibêje ew amade ne berî 2018an bi partiyên hevbend re budceyekê pêşkêş bikin. Ev tê wê maneyê ku eger budce ji aliyê piraniya parlamenê ve were qebûl kirin hikûmeta Löfven betal dibe.

Lê ji bo pêşniyazeke mumkin a partiyên hevbend ji aliyê piraniya parlamenê ve were qebûl kirin pêdivî bi piştgirtiya partiya li dijî biyaniyan Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) heye.

Anna Kinberg Batra îro ev nûçe di civîneke çapemeniyê de da. Lê wê herwiha diyar ku ew ê hevkariye kûr bi Demokratên Swêdê re nekin.

  • Kinberg Battra dibêje piştgiriya Demokratên Swêdê ji bo vê pêşniyazê girîng e, lê ew  hevdîtinan li ser budce û hevkariya hikûmetê bi Demokratên Swêdê re nekin.

Pêşniyaz di nav partiyên hevbend  de nakokiyê  çê dike

Seroka Moderantan herwiha diyar kir ku ev ne biryareke hevbeş a hemû partiyên hevbend e û hê tenê weke pêşniyazekê ye. Kinberg Batra dixwaze bi partiyan re mijarê nîqaş bike. Lê diyar e ev ê zehmet be. Ji ber ku piştî civîna çapemeniyê ya Anna Kinberg Batra qediya seroka Partiya Navendê Annie Lööf bi rojnamevanan re civiya û diyar kir ku ew li dijî pêşniyazê ne.

  • Annie Lööf dibêje ez naxwazim Swêdê bixime nav lîstikeke sîrkê ku dê rewşeke nediyar a siyasî derxe holê. Em dixwazin Stefan Löfven bi hilbijartinên pêşiya me biguherin. Lê em naxwazin vê bi piştgiriya aktîv a Demokratên Swêdê pêk bînin. 

Herwiah Partiya Lîberalan bi rêya serokê koma xwe ya parlamenê Christer Nylander diyar dike ku ew li dijî kaosekê ne û ne li pişt pêşniyaza budceyeke hevbeş a Moderantan in. Tenê  seroka Partiya Demokratên Xrîstiyan Ebba Busch Thor piştgiriya xwe ji bo Anna Kinberg Batra diyar dike.

Piştî nûçeya Moderatan serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven daxuyaniyek ji çapemeniyê re da û got ku Partiya Moderatan ji rê derketiye.

Löfven dibêje li şûna ku ew bi siyaseteke nû piştgiriya xwe ya windakirî bi paş ve bînin serokatiya Moderatan ji bo bidestxistina hikûmetê hêviyan ji Demokratên Swêdê dikin. Ew di vê macerayê de piştgiriya partiyên din ên hevbend jî nastîne.

  • Li aliyekî jî Anna Kinberg Batra hêvî dike ku Demokratên Swêdê bêyî ti daxwazan bikin dê wê bikine serokê hikûmetê. Lê ji wê pê ve kes bawerî vê nake.

Partiyên hevbend û yên sorekesk bi krîza hikûmetê ya 2014an li hev kirin ku ew ê Partiya Demokratên Swêdê ku hingî nêzîkî %13ê dengan wergirt, li derveyî hevkariyê bihêlin da ku nikaribe ti tesîrê bike. Li gor peymanê ku weke decemberöverenskommelse, ango lihevkirina desemberê tê bi nav kirin serokê partiya herî mezin dê bibûya serokwezîr. Bi vî awayî budceya Partiya Sosyaldemokran û Partiya Jîngehê hate qebûl kirin û wan hikûmeteke kêmaniyê ava kir.

Partiyên hevbend ji Lîberalan (L), Partiya Navendê (C), Partiya Moderatan (M) û ya Xrîstiyanên Demokrat (KD) pêk tê. Ango ji bilî Demokratên Swêdê partiyên rastgir ên di parlamena Swêdê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".