Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ekim Caglar:

”Futbol zimanekî hêsan ê entegrebûnê ye”

Hat weşandin onsdag 22 februari kl 08.00
Caglar: Futbol zimanekî hêsan ê entegrebûnê ye.
(4:50 min)
Ekim Caglar svenska fotbollslandslaget VM
Ekim Çaglar bi pirtûka xwe ya nû girêdana xurt a siyaset û futbolê radixe ber çavan. Wêne: TT och Sveriges Radio

Gelo çi elaqeyê futbolê bi siyasetê heye û futbol ji bo entegrebûn û ketina nav civakê de dikare çi rolî bilîze? Hevpeyvîn bi nivîskarê 'Propagandafotboll' Ekim Caglar re.

Derbarê van pirsan em ê gotûbêjekê bi rojnamevan û siyasetnas Ekim Çaglar re bikin, ku bi kitêba xwe ya bi navê Propagandafotboll di rojevê de ye.

– Piştî şampiyoniya cîhanê ya 1994ê bû. Swêd di cîhanê de bûbû taximê sêyem ê herî baş. Ez çûme cem bavê xwe û min got divê tu navê min biguherî. Ji niha û pê de navê min Henrik Larsson e. Heta min bawer dikir ku bavê min bi rastî navê min guhertiye û min ji hevalên xwe yên mektebê dixwest ku ew di roja navê Henrik de min pîroz bikin.

Gava Ekim Çaglar vê daxwazê ji bavê xwe dike ew şeş salî ye. Taximê milî yê futbolê yê Swêdê hingî di dinyayê de yek ji yên herî baş e û Henrik Larsson di tîma swêdî de yek ji lîstikvanên ciwan û serkeftî ye. Loma digel pora xwe ya xelek û rengê xwe yê esmer jî Henrik Larsson ji aliyê swêdiyên boz ve tê hezkirin. Çaglar dibêje di wî temenî de bêyî ku haya min ji krîza pênaseyê hebe min hewl dida bi riya Henrik Larsson ez xwe bi civakê bidime qebûl kirin.

Ev daxwaza ku civak mirov qebûl bike, serkeftî bibîne bi taybetî di nav zarok û ciwanên dêûbavên wan xerîb îro jî xuya dike. Eger leheng û sembolên salê 90î Henrik Larsson bû îro ew Zlatan Îbrahîmovîç e.

Îcar derbarê futbol û siyasetê de piştî 23 salan Ekim Çaglar kitêbek bi navê Propagandafotboll weşandiye. Û derheqê nêrîna ku dibêje tu elaqeyê futbolê ji siyasetê nîne Çaglar vêya dibêje: 

– Di hemû ciyên ku pere tê de rolekî dibîne de damarekî siyasî jî heye. Loma ewa ku mirov dibêje ”ev ne siyaset e” bi xwe tam siyaset e. Ewa ku mirov dibêje ”tu elaqê civakê û futbolê ji hev nîne” bi xwe siyaset e. Çûna maçên futbolê, lixwekirina kincên bi reklam, destekdana taximekî bi hemû awayên xwe tev siyaset e. 

Di kitêba xwe de wî bêhtir nimûneyên ji Swêd û Tirkiyê dane. Di şexsiyeta lîstikvanê Amedsporê Deniz Naki de ew dibêje siyaseta Tirkî ya li hemberî kurdan mirov dikare bibîne. Li Swêdê jî taximên mîna Dalkurd, Assyriska û Syrianska bi sporê re herwiha hewl didin balê bikişînin ser neheqiya ku li van gelan bûye û dibe.

Di van salên dawî de hejmareke bilind a penaberan hatiye Swêdê. Piraniya wan ciwan û zarok in. Ji bo ku ev kes xwe beşek ji civaka Swêdê bihesibînin li gor Ekim Çaglar futbol dikare roleke girîng bilîze.

– Lîstika futbolê hinekî me ber bi wekheviyê ve dibe. Di futbolê de kî dibe bila bibe ya girîng ew e ku mirov di saheyê de jêhatî be û para mirov di derencama serkeftî de hebe. Ku mirov dewreke wiha bilîze, mirov tê pejirandin. Loma bi min futbol mecala mezinbûn û pêşdeçûnê ku li gelek deverên din peyde nabe di saheyan de derdixe pêş. Ev riyeke nisbeten hêsan, zimanekî hêsan ê ji bo ketina nav civakê, entegrebûnê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".