Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumanên bertîlxweriyê ji midûr re hatine gotin

Hat weşandin fredag 17 februari kl 09.50
Pispor: Ev dikare tesîrê li encama lêkolînê bike.
(2:26 min)
statens fastighetsverk
Avahiya Daîreya milkên dewletî. Wêne: Pontus Lundahl/TT

Hevkarên midûrê ku gumanên bertîlxweriyê li ser hene ew îqaz kirine. Bi e-maileke navxweyî jê re hatiye gotin ku lêkolîna bertîlxweriyê li ser hatiye kirin. Vêga tê ragihandin ku heye vê tesîr li lêkolînê kiribe.

Agahiyên nû li ser bertîlxweriya Daîreya Milken Dewletî (Statens Fastighetesverk) derketine holê. Li gor vê kesê gumanjêkirî yê sereke ku berî niha li daîreyê midûrtî dikir, bi e-maîlekê navxweyî ji aliyê hevkarên xwe ve hate îqaz kirin. Ji vî midûrî re hate gotin ku lêkolîna bertîlxweriyê li ser tê kirin.

Li ser vî midûrê berê ku kesê sereke yê gumanjêkirî ye lêkolîna bertîkxweriyê berdewam dike. Li gor agahiyan wî ji bo qezencên şexsî bi şirketên cuda re pereyên daîreyên bi kar anîne.

  • Pisporê bertîlxweriyê Torbjörn Lindhe dibêje li gor min di pirseke evqasî mezin de ev tevger ne di cih de ye. Heta pê eşkere kirina vê şaş e. Ez bame min ev kes ji rewşê agahdar nedikir.

Li gor agahiyên ku beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekotê bi dest xistine mehek û nîvê berî ev midûrê gumanjêrkirî were girtin ew ji aliyê rêveberiya bilind ve hatiye agahdar kirin.

Kanala TV4 diçe ji zilam dipirse gelo lêkolînek li ser wî hatiye vekirin. Piştre ew ji şefên xwe dipirse ka mesele çi ye. Wê demê şef di navbera xwe de diaxivin û jê re dibêjin ku ji ber gumanên bertîlxweriyê giliyê wî li cem polîs hatiye kirin.

Li gor midûrê berê yê Enstîtuya xebatên li dijî bertîlxweriyê Torbjörn Lindhe, ev dikare tesîreke negatîv li lêkolîna polîs bike.

  • Ev zilamê gumanjêkirî dikare bi kesên din re biaxive da ku xwe amade bikin. Da ku zanibin ka ew ê bersivên çawa bidin an jî belkî hin e-mailên girîng an agahî jê biribin. Bi ya min vê tesîr li lêkolîna polîs kiriye û ev ê tesîrê li biryara dawîn a dadgehê jî bike.

kurdish@sverigesradio.se

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".